Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildana gel berdevam dike

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildana ku bi şîara “Jin,Jiyan,Azadî” destpêkir berdevam dike. Doh şev li gelek bajaran agir hat vêxistin û nîvîs li ser dîwaran hat nîvîsandin.

Navenda Nûçeyan – Berxwedana gel a ku piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Mahsa Emînî li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, bê navber didome. Şeva borî xwepêşanderan li bajarên Sinê, Kirmaşan, Urmiye, Îlam, Ciwanro, Mehabad, Kamiyaran û gelek bajarên din agir berdan cade û kolanan û dirûşmên li dijî hikûmetê berz kirin. Berxwedêrên ku li ser dîwaran nivîsên li dijî rejîmê nivîsandin û belavok belav kirin, peyama “Heta ku daxwaza me ya jiyana demokratîk û azad pêk were wê çalakiyên me bidomin.”

Li Tehran, Gîlan, Rudsar, Kerec, Qezwîn, Meşhed, Ehwaz, Şîraz, Kum, Sarî, Îze, Kirman, Fars, Îsfehan, Tebrîz, Zencan û bajarên din jî çalakiyên gel dewam dikin.