Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berxwedana gel didome
Serhildana gel a ku bi diruşmeya “Jin, jiyan, azadî” li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kiribû berdewam dike, duh bi şev jî li gelek noqteyên bajêr agir hatin pêxistin û li se dîwaran nivîs hatin nivîsandin.
Navenda Nûçeyan – Serhildanên “Jin, jiyan, azadî” ku bi qetilkirina Jîna Emînî destpê kir, di meha xwe ya şeşemîn de berdewam dike. Gelê ku bi çalakiyên şev re daxwazên xwe yên jiyana azad diqîrin, daxwaza hilweşandina rejîma heyî jî kirin. Gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê duh jî derketin qadan û xwepêşandanên xwe domandin.
Nivîsên dîwêran hatin çêkirin
Duh gel li Tahran, Elburz, Tebrîz, Îsfehan, Fars, Xorasan û bajarên din li dijî rêveberiya Komara Îslamî dirûşm berz kirin û li ser dîwarên bajêr nivîsên şoreşgerî çêkirin. Gelê ku diyar kir berdana hin girtiyên siyasî çav boyax kirine, çalakiyên xwe di asta herî jor de didomîne.Ji malên gel yên Îsfehan, Meşhed, Kerec, Narmak û rojavayê Tahranê jî dirûşmên wek "Ji dîktator re mirin”, “Ji Hamaney re mirin", "Ji hikûmeta kujerê zarokan re mirin” hatin berz kirin.
Jin di çalakiyan de pêşengtî dikin
Ciwanên Sineyî, bi taybet zarok û ciwanan li dijî qetilkirina gel û girtina kesen oldarên sûnî li hîn kolanan agir pêxistin û dirûşmeyên li dijî hikûmetê berz kirin. Li gorî vîdyoyek ku li ser torên dîjîtal hat belavkirin tê dîtin ku yek ji çalakvanên jin pankartên hikûmetê perçekiriye û li şûna wê dirûşma "Jin, jiyan, azadî" nivîsandiye. Jina çalakvan diyar dike ku ji hikûmetê natirse û heta bigihijê azadiyê dê têkoşîna xwe bidomîne.