Li Îran û Rojhilat gel kolanan naterikîne
Serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di meha xwe ya 8’an de didome. Li gelek bajaran gel duh bi şev ji bo protestokirina hikûmetê daketin qadan.

Navenda Nûçeyan – Tevî zext û dorpêça tund a hikûmeta Îranê, şeva borî xelkê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji bo şermezarkirina hikûmetê daketin qadan.
Welatiyên ku li Seqiz, Tehran, Meşhed û Îsfehanê daketin kolanan barîkat danîn û agir pêxistin. Avahiyên Besîc û bankayên dewletê hatin şewitandin û dirûşmeyên li dijî hikûmetê hatin berzkirin. Gel careke din ragihand ku heta Komara Îslamî ya Îranê neyê rûxandin ew ê kolanan neterikînin.