Li Îran û Rojhilat di meha Îlonê de 463 kes hatin binçavkirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw ragihand ku di meha Îlonê de herî kêm 463 kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê dewleta Îranê ve hatine binçavkirin. Ji kesên hatine binçavkirin ji sedî 11 jin û 44 jî kurd in.

Navenda Nûçeyan – Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw a Norwecê; Li bajarên Îran û Rojhilatê  Kurdistanê di meha Îlonê de herî kêm 463 kes hatin binçavkirin. Ev hejmar li gorî 264 kesên di meha tebaxa borî de hatibûn binçavkirin ji sedî 75 zêde bû.

Ji sedî 44 kesên ku hatine binçavkirin Kurd in

Di meha Îlonê de herî kêm 203 Kurd hatin binçavkirin. Ev hejmar ji sedî 44 tevaya binçavkirinên meha borî yên li seranserê welêt pêk tîne. Girtina keyfî ya çalakvanên kêmîneyên olî di meha Îlonê de berdewam bû, mîna mehên borî, di meha Îlonê de jî berdevam kir û herî kêm 17 çalakvanên kêmîneyên olî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin binçavkirin. Di nav kesên hatine binçavkirin de 8 hemwelatiyên olî yên Behayî, 4 jin û 4 zilam hene.

   51 jin û 50 zarok hatin binçavkirin

Li gorî daneyên Hengaw; Li seranserê Îranê meha borî herî kêm 51 jin hatin binçavkirin. Ev hejmar ji sedî 11 hemû binçavkirinan pêk tîne. Her wiha di heman demê de 50 zarokên ji 18 salî biçûktir hatin binçavkirin an jî bi zorê hatin windakirin. Ji sedî 37 zarok li bajarên Belûç hatine binçavkirin, 10 ji wan Kurd in û 2 ji wan jî li bajarên Meşhed û Tehranê hatine binçavkirin. Her wiha di meha Îlonê de herî kêm 4 xwendekar, 4 rojnamevan, çalakvanên medyayî, 14 hunermend û lîstikvan hatin binçavkirin.