Li Îran û Rojhilat banga çalakiyên giştî

Li hemû bajarên Îran û Rojhilat di 17’ê Sibatê de banga çalakiyên giştî hat kirin.

Navenda Nûçeyan – Serhildana gel a ku bi dirûşma “Jin jiyan azadî” piştî qetikirina Jîna Emînî, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, di meha xwe ya 6’an de bênavber berdewam dike.

Hikûmeta Îranê darazê wek amûreke zextê bi kar tîne. Hate diyarkirin ku tevî  ku hikûmet heri dawî biryara 'efûyê' girt jî li gelek bajarên Rojhilat binçavkirin û serdegirtina malan didome.

Herî dawî melayê gundê Marexan a bajarê Serdeştê dema ku ligel alîkariyên ku ji bo mexdûrên erdhejê ya bajarê Xoyê hatibûn şandin, li benda kontrolê ya Urmiyê hat binçavkirin. Hate tomarkirin ku ji destpêka serhildanê ve 27 melayên Kurd bi hinceta ku piştgirî dane xwepêşanderan ji bo îfadedayînê hatine gazîkirin û herî kêm 10 ji wan jî hatine girtin.

Lêvên xwe dirût

Li bajarê Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandera girtî Arîn Kuxayî piştî ku doza der berê wê de dest pê kir, bi dirûtina lêvên xwe dest bi grevê kir.

Li bajarê Mehabadê jî bi beşdariya malbata wê û komeke çalakvan, rojbûna Zanyar Ebubekir ku di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dabû, hat pîrozkirin.

Çalakiyên li dijî tecrîd û komployê

Li aliyê din li hin bajaran bi serhildanan re ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî Komploya Navneteweyî çalakî cuda hatin lidarxistin. Li Bane û Sineyê çalakiyên tecrîd û komployê protesto dikin hatin pekanîn.

Banga çalakiyê giştî

Li seranserê Îranê bertekên li hemberî hikûmetê bi nivîs û dirûşmeyan dewam kir. li welat  komek çalakvanan di 17’ê Sibatê ku dê dibe roja 40 rojî ya  şîna î Mihemed Mehdî Kerîmî û Mihemed Husên yên hatin darvekirin, banga çalakî û xwenîşandana giştî kir. Di vê çarçoveyê de li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê belavok  banga çalakiyan tên kirin, hatin belavkirin.