Li Îmraliyê 'cezayê dîsîplînê' yê nû

Hat hînbûn ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku 31 meh in di bin tecrîdeke giran de tê girtin û agahî jê nayê girtin, bi hinceta qedexeya hevdîtina bi malbatê re ‘cezayê dîsîplînê’ yê nû hat dayîn.

Navenda Nûçeyan- Rêberê Gelê Kurd û afrînerê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Abdullah Ocalan 25 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin. Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ku 31 meh in di girtîgehê de ne agahî ji wan nayê girtin, di 10’ê Cotmehê de bi daxwaza hevdîtinê serî li Edliyeya Înfazê ya Bursayê dabûn.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di serlêdanên xwe de xwestin hevdîtinên malbatê pêk bînin, mînakek ji dosyaya lêpirsîna nû ya “cezayê dîsîplînê” heke hebe bê dayîn û her wiha daxwaza betalkirina “cezayeke” nû kirin. Serlêdana parêzeran di 13’ê Cotmehê de bersiv girt. Dadweriya Înfazê diyar kir ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din cezayê “cezayê dîsîplînê” hatiye dayîn. Lê belê der barê biryara nû ya “cezayê dîsîplînê” de kengê hatiye dayîn, çima hatiye dayîn û di kîjan hejmarê de hatiye dayîn, tu agahî nehatin parvekirin.

Dadgeriya ku hemû daxwazên parêzeran red kir, daxwaza parêzeran a ji bo mînaka dosyayê jî bi hinceta ku dê “di çapemeniyê de belav bibe” red kir.