Li Îdlibê bi sedan kesên ku ji ber rexnekirina HTŞ’ê hatibûn girtin winda ne

Li Îdiliba ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên HTŞ’ê de ye, her roja diçe binpêkirinên mafan zêde dibin. Malbatên bi sedan kesên ku ji ber rexnekirina HTŞ’ê hatibûn girtin, agahî ji xizmên xwe nagirin û tê diyarkirin ku bi dizî tên darvekirin.

 SOHA ALÎ

Îdlib– Bajarê Bakur ê Sûriyeyê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî Heyet Tahrîr El- Şam (HTŞ) hatiye dagirkirin; her diçe binpêkirinên mafan zêdetir dibin. Li bajarê ku her diçe polîtîkayên zextê li ser gel zêde dibin, bûyerên binçavkirin, îşkence û girtinê bênavber didomin, di rojên derbasbûyî de jinan polîtîkayên dagirkirinê şermezar kiribûn.

Kesên ku di girtîgehan de hema bibêje gelek ji wan ji ber ku polîtîkayên lîderê HTŞ’ê Ebu Muhammed el Colanî û HTŞ’ê rexne dikin hatine girtin. Kesên ku hatine girtin, ji derveyê girtîgehên fermî, kesên tên binçavkirin li girtîgehên ku gel dibêje El Colanê tên girtin.

Kesên li dijî dagirkeriyê derdikevin tên girtin

Zahida Al-Yakup, nizane ku kurê wê yê 27 salî ku ji ber di medyaya dîjîtal de HTŞ’ê ji ber bacê ji gel digre û zextan dike rexne kir hat girtin li ku ye, sax e yan na. Tevî ku serî li gelek cihan daye jî agahî negirtiye û hêvî dike ku kurê wê riyek bibîne xwe bigihîjînê. Zahida Al-Yakup, got ku di dema lêgerîna li kurê xwe de rastî heqaret û şîdetê hatiye, agahdar bûye ku kurê wê bi ‘sûxuriyê’ hatiye sûcdarkirin. Zahida diyar dike ku îdiaya ‘Sîxuriyê’ ji bo hemû kesên ku HTŞ’ê napejirînin tê gotin û ev îdia ji berê ve hatine amadekirin.

Girtî îşkence dibînin û tên darvekirin

Girtîgehên ku piştî dagirkirina bajar li Îdlibê hatine avakirin, behsa wan bi muameleya xirab û îşkenceyê tê kirin. Di girtîgehên ku bi hezaran sivîl li wan tên girtin, tesbît bûye ku kesên cezayê darvekirinê li wan tê birîn, bêyî agahî bidin malbatên tên darvekirin û tên definkirin. Hejmara malbatên ku bi salan ji zarokên xwe yên girtî tu agahî nagirin pir zêde ye.

Suad Al-Baterjî ya ku got hevjînê wê ji aliyê HTŞ’ê ve hatiye girtin, li Kampa Harem a li bakur rojavayê Îdlibê bi 4 zarokên xwe re dimîne. Suad Al-Baterjî diyar dike ku piştî gelek hewldanan hîn bûye ku hevjînê wê girtî ye û dide zanîn ku hevjînê wê nehatiye darizandin. Suad Al-Baterjî her wiha balê dikşîne ku rêxistineke mafên mirovan a binpêkirinên mafan lêkolîn bike tune ye.

‘Di bin siya çekan de em ji aliyê komên hovane ve tên birêvebirin’

Lîsteya jinên ku ji zarok û hevjînên xwe agahî nagirin jî her diçe dirêj dibe. Zeina Al-Damur a 41 salî jî yek ji wan kesan e. Diyar dike ku li kurê wê yê girtî îşkence hatiye kirin û rewşa wî ya tendirustiyê her diçe xirabtir dibe. Zeina Al-Damur diyar dike ku kurê wê yê 20 salî ji ber ku destûr neda mafên gel werin xespkirin, bi hinceta ku heqaret li lîderê HTŞ’ê Ebu Muhammed el Colanî kiriye hatiye girtin û bi gotinên; “Di bin siya çekan de ji aliyê komên hov ve em tên birêvebirin” axaftina xwe wiha bi dawî kir:

“Zagon an jî saziyên ku em bi wan li mafên xwe bigerin, tiştên di girtîgehê de derxin holê, ji bo azadiya zarokên me têbikoşin tune ne. Bandora parêzeran jî tune ye. Dîktatoriyeke wisa heye ku tevî malbat serlêdan dikin jî tu agahê nade.”