Li Îdliba di bin dagirkiriyê de jin rastî tacîza zayendî û gefan tên

Jinên ku li Idlibê rastî tacîza zayendî tên ji ber tirsa demxekirine tiştên dijîn vedişêrin, Şêwirmenda Malbatê Yasmîn Al-Hassan, da zanîn jinên ku rastî tacîzê tên pirsgirêkên cidî yên derûnî dijîn û ji piştgiriya hiqûqî bêpar in.

HADEEL Al-OMAR

İdlib- Li Îdliba ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, tunebûna serweriya hiqûqê û hesab dayîn e, di jiyana kar a jinên koçber de dibe sedema zêdebûna tacîza zayendî û diyardeya şantajê. Piştî dagirkirinê li Idlibê roj bi roj rêjeya bêkariyê zêde dibe, ev rewş herî zêde bandorê li jinên koçber dike.

Jinên ji cih û warên xwe bûne, behsa tacîz û zilma di jiyana xwe kar de rastî tên, vegotin.

'Ez her roj rastî tacîza kardêr têm'

Jineke 28 salî ya ku navê xwe ya rast eşkere nekir, bi gotina "Zarokên min hene û ez dixwazim zarokên min bijîn" û serpêhatiyên xwe bi van gotinan vedibêje: "Ez bi dehan jinan re di qada çandiniyê de dixebitim, lê ez her roj ji aliyê kardêr ve rastî tacîz û şantajê têm.”

Jina ku da zanîn ji destpêka havînê ve li zeviyên çandiniyê dixebite, wiha axivî: “Li gorî qadên din hin mûçe baştir e. Ger ez dev ji karê xwe berdim, ez nikarim karekî din peyda bikim. Ez di nava pirsgirêkên cidî yên jiyanî û aborî de me. Ji ber ku ez daxwazên kardê pêk naynim, dihilgirtina barên giran ên ku erka karkerên mêr zehmetiyan dijîm. Ez rastî zextan têm. Gelek jin bi heman rewşê re rû bi rû dimînin. Lê nebûna pêdivî û derfetên kar, dibe sedem ku jin rastî tundiya devkî û fizîkî werin.”

'Nikare alîkariya mirovahî bigre’

Jinek din a li kampa Atmehê ya girêdayî bajarokê sînorî yê bakurê Idlibê dibîn e, pirsgirêkên rastî tên, wiha tîne li ser ziman: “Ez 28 salî me, dayika 4 zarokan im û ji aliyê berpirsyarekî rêxistinên mirovî yên li kampê kar dikin rastî hewldana tacîzê hatim. Ji ber ku min daxwaza wî red kir, zêdeyî 6 meh in ez nikarim alîkariyên mirovî wergirim. Karmendê ku ji berhevkirina daneyan berpirsiyar e, bi gotinên nebaş hîtabê min dike û piştre di berdêla zêdekirina alîkariyê de têkiliya cinsî ya vekirî pêşkêşî min dike. Min ev teklîfê bi temamî red kir û piştre alîkariyên tên hat birîn. Dezgeha berpirs da zanîn ku ez alîkarî ji cihekî din werdigrim û ji ber vê yekê ew alîkarî dane sekinandin. Lê min ji tu cihekî din alîkarî nedigirt û serlêdanên min jî hatin redkirin. Bi rawestandina alîkariyan re ez û 4 zarokên min nikaribin debara xwe bikin û ger wiha berdewam bike ez ê neçar bimînin karekî din bigerim.”

‘Tirsa demxekirinê dijîn’

Şêwirmenda Malbatê Yasmîn Al-Hassan ku di mijara xurtkirina jinan de dixebite, diyar kir jin weke xeleka herî qels a civakê tê dîtin û ji ber vê yekê rastî her cure êrîşa zayendî tên. Yasmîn Al-Hassan, wiha got: “Jin li qadên xwe yên jiyanê rastî zextên derûnî û fizîkî tên, ji bo dozen bivî awayî jî nikarin piştgiriyek hiqûqî bistînin. Jin dema biryara rû bi rû bûna şantaj û tacîzê dide jî tirsa demxekirinê dijî. Tacîz û şantaja zayendî ji bo mexdûran rewşeke pir giran e. jin dema rastî tacîzê tên jî hestên şikestina xeyalan, êş, tirs û bêewlehî dijîn. Her wiha dibe sedema zirareke cidî ya derûnî. Ev rewş vediguhere nîşanên depresyona giran ku dikare demek dirêj bidome."