Li Êlihê lehî ji ber xemsariya qeyûman veguherî karesatê

Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku li cihê wê qeyûm hat tayînkirin, der barê lehiya li Êlihê ji ber girtina mazgalên taxan ji aliyê qeyûman ve pêk hat de axivî û got: "Lehiya ku bûyereke xwezayî ye ji ber xemsariyê veguherî karesetê.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Êlih- Piştî barana zêde ya şêva 20’ê Mijdarê li gelek taxên Êlihê lehî rabû. Li Êliha ku bi dehan mal di bin avê de man, yek jê jin û 3 jê zarok 4 kesên ku bi avê re çûn, jiyana xwe ji dest dan. Kesên ku ji kêliya ewil ve bi derfetên xwe hewl dide av û heriya ku ketibû nava malên wan paqij bikin, li dijî qeyûmê ku tayînî şaredariyê bûye, bi bertek in. Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz got ku tevî der barê bajêr de xetera vê hebû jî qeyûm tedbîrên baş negirtiye û parlamentera Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) ya Elîhê Zeynep Oduncu bal kişand ser rêveberiya xwecihî tiştên qewimîn û rewşa dawî ji ajansa me re vegotin.

‘Qanala li taxê ji aliyê qeyûm ve bi mazgalan hat girtin'

Songul Korkmaz, da zanîn ku lehî xwezayî ji ber xemsariyê veguheriye karesatek û destnîşan kir ku li taxên lehî rabûye pirsgirêkeke cidî ya binesaziyê jî heye. Songul Korkmaz, diyar kir ku qenala ku dê li taxê rê li ber lehiyê bigre ji aliyê qeyûman ve hatiye girtin û piştre jî nehatiye paqijkirin. Songul Korkmaz, da zanîn ku tevî ev xeter hebû jî şênî nehatine hişyarkirin û ev nirxandin kir:

"Berpirsyarê vê xemsariyê qeyûmê ku hişyariyên lehiyê li ber çavan negirt e. Beriya ku lehî rabe hişyarî hatibû kirin lê tevî van hişyariyan jî mazgal nehatin vekirin û paqijkirin. Ev bû sedema pêkhatina karesat e. Şeva ku baran barî, pirsgirêka binesaziya li vir û rewşa dawî ya kanalê dihat zanîn. Tevî ku ev yek dihat zanîn jî li vir tedbîr negirtin. Ji ber ku kontrola mazgalan nehat kirin, bi sedan welatiyên me mexdûr bûn. Mixabin, di lehiyê de welatiyên me jî jiyana xwe ji dest dan.”

'Projeya me bi tayînkirina qeyûman nîvçe ma’

Songul Korkmaz, diyar kir ku piştî qeyûm gel mexdûr kir, ji bo welatiyên li taxê dijîn jî tu piştgirî neda. Songul Korkmaz, diyar kir ku der barê taxa lehî lê rabû de projeyên wan ên binesaziyê hebûne û ev projeyên wan bi tayînkirina qeyûm nîvçe mane û wiha got:

“Tişta ku divê şaredarî bikin xizmeta gel e lê qeyûmên hatine tayînkirin ji bilî gel xizmetê hemû aliyên kom û cemaetan dikin. Beriya ku qeyûm were tayînkirin ji bo vê taxê projeyek me hebû. Me yê ji bo rê li ber lehiyê bihata girtin û qenalê vekira dest bi xebatê bikira. Me yê hem pirsgirêka binesaziyê hem jî pirsgirêka kanalê çareser kiribûya. Lê mixabin ev proje bi tayînkirina qeyûm re nîvçe ma. Gotinên me yên ku em ji roja ewil ve dibêjin qeyûm xizmeta gel nake vala derneketin. Tevî ku 2 roj in lehî rabûye jî şaredarî li cihê lehiyê nîn e. Gel bi derfetên xwe malên xwe paqij dikin. Li qadê ekîbên ku malan paqij dikin û alîkariya gel dikin tune ne. Divê ji bo gel qadeke jiyanê bê avakirin. Ger em li ser erka xwe bûna, ji bo pêknehatina mexdûriyetên bi vî awayî bi hemû hêza xwe em ê bixebitiyan.”

'Me careke din girîngiya rêveberiya xwecihî dît'

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) Zeynep Oduncu jî diyar kir ku divê bajar ji aliyê kesên ku bajaran nas dikin ve bên birêvebirin û bal kişand ser girîngiya rêveberiyên xwecihî ya ji bo bajaran. Zeynep Oduncu di berdewamiya axavtina xwe de wiha got: “Em bi tabloya heyî re dibînin ku karesata lehiyê ya li Êlihê gihîştiye astên çiqas bi êş. Tevî alarmên hatin dayîn jî rayedaran tu tedbîr negirtin. Beriya niha ev kanal fireh bû û avê derbas dikir. Bi tayînkirina qeyûm re girtina pêşiya kanalan û bilindkirina astê vê karesetê çêkir. Li gel van xemsariyan, gel jî di vê pêvajoyê de bi tu awayî nehat hişyarkirin. Em dikarin vê yekê pir bi zelalî bibêjin; di rêveberiyên xwecihî de mirov bajarê xwe nas dikin loma pirsgirêk çareser dibin. Qeyûmên tên tayînkirin nikarin ji pirsgirekên gel re bibin bersiv. Divê kesên ku bi îradeya gel hatine hilbijartin li nava gel bin, erka xwe ya ku hatiye desteserkirin careke din paşve bigrin.”