Li Êlihê 2 jin hatin binçavkirin

Du jinên li Êlihê di serdegirtina malan de hatin girtin birin Miduriyeta Polîsan a Êlihê.

Êlih- Di çarçoveya operasonên qirkirina siyasî ku her roj li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dewam dikin de li Êlihê 2 jin hatin girtin. Di saetên serê sibê de polîsan bi ser taxên êlihê de girtin û li gelek malan lêgerîn dan despêkirin. Piştî lêgerînê rêvebera berê ya MEBYA-DER’ê Taybet Çetînkaya û endama Meclîsa Giştî ya Êlihê Semra Guneş destgîr kirin.
Taybet Çetînkaya û Semra Guneş ên hinceta destgîrkirina wan nehat zanîn, birin Miduriyeta Polîsan a Êlihê.