Li Çînê di êrîşa li ser dibistana dayikê de 6 kes jiyana xwe ji dest dan
Li bajarê Lîanjîang ê Çînê, di êrîşa li dijî dibistana dayikê de 3 jê zarok 6 kes jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Li bajara Lîanjîangê ya li başûrê Çînê, li dijî dibistanek dayikê êrîş pêk hat. Di encama êrîşê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû. Şaredariya Lîanjîangê, ragihand ku di êrîşê de mamosteyek, 2 dayik û bav û 3 xwendekar jiyana xwe ji dest dan. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku êrîşkar hatiye girtin.