“Li Çemçemalê saziyek jin bikarin serlêdan bikin û derde xwe bêjin tuneye”

Tundîtujiya derûnî li herêma Çemçemalê ji ber nebûna rêxistinên taybet yê jinan zêde bûye. Parêzvanên mafê jinan diyar kirin ku pêdivî bi saziyek a jin bikarin bi rehetî serlêdan bikin û derdê xwe bînin ziman heye.

TERZE TEHA
Silêmanî - Çemçemal herêmek a di dema enfalê ziyanên mezin dîtiye û xwedî dîrokek ya tirajediya Başûrê Kurdistanê ye. Li vê deverê bi deh hezaran kes hatine enfal kirin û heta niha tu xizmetek jê re nahatiye kirin. Ev bajarok dikeve rojavayê Silêmaniyê û şêniya wê nêzî 200 hezarane. Li herêma Çemçemal tenê jin di nava çend rêxistinên hene û saziyên taybet ji bo jinan xebat bike ji xwe nîne. Nebûna rêxistinên jinan li vê herêmê bûye sedemê zêdebûna tunditujiyê. Parêzera Dadgeha Çemçemalê Avan Talîb girêdayî mijarê nirxadin kir.
"Tundîtujiya derûnî zêde dibe"
Parêzer Avan Talîb girêdayî nebûna saziyên jinan li Çemçemalê got: “Herçendi Çemçemal paytexta enfalê ye, lê belê ji xizmeta giştî û xizmeta ji bo jinê gelek dûre. Li vê herêmê tunditujiya derûnî zêdetire ji tundîtujiya fizîkî, jin bi rêya tundîtujiya derûnî êşek zêde dikêşin. Mêrsalarî li her cihî serwere.”
Berpirsa Yekitiya Jinên Herêra Başûrê Kurdistanê ya Liqê Çemçalê Meryem Mehemed jî da zanîn ku sedemê nebûna rêxistinên sivîl ji sekinandina butçeya ku hikumetê dawiya sala 2014’an ve girê dide û dibêje: “Gelek rêxistinan giringî zêdetir dane nava bajaran, lê belê herî zêde tundîtujî li bajarokan heye û pirsgirêka torên civakî bûye yek ji pirsgirêkên sereke ya xwendevanan ku xwendevan rastî pirsgirêkên torên civakî tên, lê belê hişyariyên pêwîst nîne. Ji ber van sedeman weke çareserî di vê salê de me gelek çalakî ji bo hişyarkirina xwendevanan li darxistin.”