Li Çarqûrne jinek bi guman jiyana xwe ji dest da

Li bajarokê Çarqûrne yê girêdayî îdareya Raperînê danê sibehê jinek 25 salî ya bi navê A.M.X. bi awayekê guman jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Li Başûrê Kurdistanê hişmendiya mêr-dewletê tundî û êrişên li dijî jinan ango mirinên bi guman ên jinan her ku diçe zêde dibe. Bûyerên tundî û qetilkirina jinan ji aliyê rayedaran ve nayê aşkerekirin û ragihandina vê mîna sûc tê hesibandin, mirinên bi guman ên jinan jî bi navlêkirinên cûr be cûr tê nixumandin.

Îro danê siharê jina bi navê A.M.X. ya 25 salî bi awayekê guman li taxa wargeha Çoman a bajarokê Çarqûrne ya girêdayî Raperînê jşyana xwe ji dest da. Li gel gumanbûna bûyerê polîsên îradeya Raperînê navê jina ku jiyana xwe ji dest daye aşkere nekirin û bûyerê mîna şewatê ragihandin.

Polîsên îdareya Raperînê ragihandîn ku îro di danê sibehê saet 07:52’an de, di malek li taxa wargeha Çoman a bajarokê Çarqûrne ya ser bi îdareya Raperîn de agir derket û di encama buyerê de jina bi navê A. M. X ya 25 salî jiyana xwe ji dest da.