Li 5 bajarên Îranê toz û tolaz rabû

Ji ber toz û tolaza ku li 5 bajarên Îranê rabû 859 nexweşên nefesê û dil, berê xwe dan nexweşxaneyan û hîna 50 kes ji ber tozê, di nexweşxaneyê de ne.

Navenda Nûçeyan – Gerînendeyê giştî yê nivîsgeha birêvebirina aloziyan a parzêgeha Sîstan-Belûçistan a Îranê ragihand ku îro toz û tolaz li 5 bajarên parêzgehê; Zabul, Zohak, Hemûn, Hermand û Nemroz rabû. Ji ber wê jî, 859 nexweş dil û nefesê, berê xwe dan nexweşxaneyan. Hîna 50 kes ji wan li nexweşxaneyê ne.

Li gorî daneyên saziyên hewayê, dê bahozên xurt û toz û tolaz li bakurê Sîstan-Belûçiştanê heta navîna hefteya bê rabin. Îhtîmal e ku toz zêde bibe û dîtin kêm bibe bi taybet li herêmên naverasta parzêgehê û başûrê wê. Her wiha hate gotin wê bahozên xurt li herêmên rojhilat û rojavayê parêzgehê jî rabin.