Li 5 bajaran di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin

Di çarçoveya lêpirsina ji alyê serdozgariya komarê ya Mersînê ve li Mersîn, Enqere, Antakya û Îzmîrê bi ser gelek malan de hat girtin. Di ecama serdegirtinê de gelek kes hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Îro di danê sibehê de leşker û polîsan li navçeyên Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên li gundê Menderê yê Nisêbînê de hevserokê HDP’ê yê Nisêbînê yê berê Şiyar Koç, keyayê gund Faris Alak û welatiyê bi navê Firat Demîr hatin binçavkirin.

Li navçeya Qoserê jî hevserokê DBP’a navçeyê Mahmût Damar û welatiyên bi navê Metîn Yilmaz û Samî Îldem hatin binçavkirin. Hat zanîn ku lêpirsîn bi îdiaya ‘alîkarîdayîna rêxistinê’ hatiye destpêkirin. Tê gotin ku hejmara binçavkiriyan dibe ku zêdetir bibe.

Bi ser TUAY-DER’ê de girtin

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mersînê de polîsan li bajarên Mêrsîn, Enqere, Antalya, Îzmîr û Edeneyê bi awayekî hemwext bi ser 28 navnîşanan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) û xizmên girtiyan hatin binçavkirin. Lêpirsîn bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” û “Alîkariya madî ya bi girtiyan re” hatiye destpêkirin û di vê çarçoveyê de bi ser avahiya TUAY-DER’a Çukurovayê de hat girtin. Hat zanîn ku lêgerîna li avahiyê hê jî berdewam dike.

Li Enqereyê di serdegirtina malan de tundîtûjî hat kirin

Di çarçoveya heman lêpirsînê de rojnameger Hakan Yalçin ê ku di 26’ê Gulanê de hatibû tehliyekirin û birayê wê Ozkan Yalçin hat binçakirin. Li Enqereyê Hakan Yalçinê ku di dema serdegirtina malan de hat binçavkirin hat derbkirin. Wê malbata Hakan Yalçin li dijî tundîtûjiya polîsan gilî bike.

Navên çend kesên ku hatin binçavkirin wiha ne: Rêveberê TUAY-DER’ê yê Çukurovayê Selîm Ekîcî, Cengîz Dere yê DBP’î û Kadrî Ezer û Ozkan Yalçin.