Li 4 welatan Qeyrana birçîbûnê di asta herî jor de ye

Li gorî rapora hat weşandin; hat tesbîtkirin ku li Haîtî, Bûrkîna Faso, Malî û Sûdanê qeyrana birçîbûnê derketiye asta herî jor.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî ya (FAO) û Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) di rapora xwe ya hevpar de, bal kişandin ku li Haîtî, Sahel (Burkîna Faso û Malî) û Sûdanê metirsiya birçîbûnê zêdebûye.

Di raporê de wiha hate gotin: "Ev rewş, ji bilî Haîtî li Burkina Faso û Malî ye bi sînorkirinên tund li ser tevgera mirov û malzemeyan re, bi pevçûnên dawî yên li Sûdanê tên jiyîn çavkanî bigre.”

Di raporê de bal hat kişandin ku pevçûnên ku di meha Nîsanê de li Sûdanê di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lez  de derketin, dê ji bo welatên cîran ên navborî encamên girîng derxe holê, hat destnîşankirin ku der barê birçîbûnê de hişyariya herî bilind jî li Afganîstan, Nîjerya, Somalî, Sûdana Başûr û Yemen hatiye dayîn. Dema li cîhanê di mijara birçîbûnê de 18 "xalên germ" tên dest girtin, hat dest nîşan kirin ku ev xal jî 22 welatan pêk tên.

Di raporê de hate diyarkirin di navbera Gulan û Tîrmehê de ji ber fenomena avhewayê ya El Nînnoyê wê fikarên li ser van herêman jî zêdetir bibe.