Li 32 bajaran serdegirtina malan: Bi sedan kes hatin binçavkirin

Li 32 bajaran bi taybetî Enqere, Stenbol û Îzmîrê di serdegirtina malan de gelek kes di nav de rêveberên Partiya DEM’ê jî hene hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Li 32 bajaran bi taybet Enqere, Stenbol, Tekîrdag, Dîlok, Bursa û Îzmîrê di serdegirtina malan de nûnerên Partiya DEM û rêxistinên sivîl jî di nav de bi sedan kes hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat destpêkirin de, ji bo 17 kesan bi hinceta "propagandaya rêxistinê" biryara binçavkirinê hat dayîn. Hat diyarkirin ku li Stenbolê di serdegirtinên gelek malan de rêveberên navçeyên Esenyurt û Başakşehîrê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) jî di nav de 11 kes hatin binçavkirin.

Li Tekîrdagê 9 kes hatin binçavkirin

Hat zanîn ku polîsan li Tekîrdag, Bursa, Çanakkale û Kocaeliyê jî bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan ên li Tekîrdagê de 9 kes hatin binçavkirin. 

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê jî bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” derheqê 20 kesan de biryara binçavkirinê da. Di encama serdegirtinên malan de welatiyê bi navê Mûrat Çoban hate binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê. 

Li Dîlokê di ser malan de hate girtin

Îro di danê sibehê de polîsan li Taxa Dumlupinar a navçeya navendî ya Şahînbey a Dîlokê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de Fatma Vesek hate binçavkirin. Hat zanîn ku Vesek bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatiye binçavkirin û di dema binçavkirinê de mala wê hatiye belavkirin. Her wiha hat zanîn ku polîsan gef li endamên malbatê xwarin û heqaret lê kirin. 

Vesek, birin Midûriyeta Emniyetê ya Dîlokê. 

Hevserokên ANYAKAYDER’Ê hatin binçavkirin

Îro di danê sibehê de polîsan li Îzmîrê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinan de aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Emîne Înan, Hevserokên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anadoluyê (ANYAKAYDER) Rahîme Turan û Mîkaîl Atan û rêvebera komeleya Zarîfe Sungur hatin binçavkirin. 

Sedema binçavkirinan nehat zanîn û hat ragihandin ku binçavkirî piştî kontrola tenduristiyê, ji Çankayayê derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê hatin kirin. 

Wan, Erzirom, Colemerg û Bedlîsê di ser malan de hate girtin

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê de li navend û navçeya Şemzînanê bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan ên li navendê de Ahmet Durmaz û hevjîna wî Şehrîvan Durmaz, li Şemzînanê jî Bîrhat Uysal û Halîl Saraç hatin binçavkirin. Hat zanîn ku welatî ji ber îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatine binçavkirin û birine Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê. 

Li navçeyên Xinûs û Qereçoban ên Erziromê jî bi ser malan de hate girtin û 2 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtina malan a li Xinûsê de Rûşen Firat û li Qereçobanê jî ciwaneke ku dixwest biçe bajarekê din di ketina navçeyê de hate binçavkirin. 

Di encama serdegirtinên li Wanê de jî welatiya bi navê Şevîn Bartu hate binçavkirin. Di serdegirtina li navçeya Tetwan a Bedlîsê de welatiyê bi navê Aydin Tanri bi lêdanê hate binçavkirin. 

Wezîrê Karên Hundir: 208 kes hatin binçavkirin

Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya têkildarî serdegirtinên malan li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir û got ku di encama serdegirtinên malan ên li 32 bajaran de 208 kes hatine binçavkirin.