Li 16 bajaran der barê pergala hevserokatiyê de pirs hatin pirsîn
Di anketa ku Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk li 16 bajaran pêk anî de, ji hilbijêran der barê tevlibûna jinan a di pêvajoyên polîtîka û biryaran de û pergala hevserokatiyê de pirs hatin kirin. Li gorî anketê, dema ku beşdarbûna jinan a di siyasetê de tê piştgirîkirin, ji sedî 62.6 ê beşdaran ji bo pergala hevserokatiyê re bersiva "erê" dan.
Navenda Nûçeyan- Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk encamên lêkolîna meydanî ya ku di 4-9’ê Îlon 2021’ê de li ser behreya dengdêran li Herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê de pêk anî, pêşkêş kir. Di lêkolîna Qadê de hat destnîşankirin ku der barê asta piştgiriya hilbijêran a ji bo pozîsyona jinan a di jiyana siyasî de daneyên girîng hatine girtin û li 16 li bajarê herêmê di nav de Amed, Mêrdîn, Riha, Wan, Êlih, Sêrt, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Mûş, Çewlik, Bedlîs, Semsûr, Qers, Dêrsim û Îdir jî hene li 16 bajarên Kurdistanê ev lêkolîn bi sepandina rêbaza anketê hatiye kirin.
Encamên lêkolîna qadê wiha hat parvekirin:
"Ji sedî 3 xeletî û ji sedî 95 navbera pêbaweriyê pêk hat di xebatê de, bi rêbazek rû bi rû, bi 1.064 kesan re di malên wan de hevdîtin kiriye û bi rêbaza anketa tesadufî pêk hatiye. Di serî de ji beşdaran pirsa "Hûn piştgiriyê didin Tevlibûna Jinan a Pêvajoyên Polîtîk û Biryargirtinê" hat pirsîn. Li gorî vê yekê, ji sedî 88.1’ê beşdarvanan bi tevahî, ragihandin ku ew 'piştgirî' didin.Hat dîtin ku rêjeya kesên piştgirî nedin tevlibûna jinan a pêvajoyên polîtîk û biryarê ji sedî 6,2 ma, ji sedî 5,6'ê beşdarvan jî “bê biryar” man.
Ji hilbijêrên HDP'ê ji jinan re piştgiriya tam
“Tevlibûna Jinan a Pêvajoyên Polîtîk û Biryargirtinê” ji sedî 83,2’ê mêran û ji sedî 93,7ê jinên ku hevpeyvîn kirine gotine ku ew piştgiriyê didin. Pirsa ku "Hûn Tevlibûna Jinan a Pêvajoyên Polîtîk û Biryargirtinê piştgirî dikin?" ji bo koma lêkolînê hat kirin, bi pirsa "Di Hilbijartinên Giştî yên 24'ê Hezîrana 2018'an de we raya xwe da kîjan partiyê?" Ji sedî 72,2 ê hilbijêran diyar kirin ku wan dengê xwe dane AKP'ê. Ji sedî 87’ê hilbijêran diyar kirin ku wan dengê xwe dane CHP'ê. Ji sedî 96,6 hilbijêran diyar kirin ku wan dengê xwe dane HDP'ê; ji sedî 77,8 beşdarên ku diyar kirin ku wan dengê xwe dane ÎYÎ Partiyê.
Li ser pergala hevserokatiyê ji hilbijêran pirs hatin kirin
Di anketê de der barê pergala hevserokatiyê de jî pirs hatine kirin. Ji beşdarvanan pirsa "Hûn pergala hevserokatiyê ya HDP'ê çawa dinirxînin?" hat kirin. Ji sedî 62,6'ê beşdarvanan diyar kirin ku "erênî", ji sedî 20,4'ê beşdarvanan diyar kirin "neyînî" û ji sedî 17'ê beşdarvanan jî diyar kirin ku "bêbiryar" in. Ji sedî 60,6'ê hilbijêrên mêr pergala hevserokatiyê erênî û ji sedî 23,7 jî neyînî; ji sedî 64,8'ê hilbijêrên jin erênî û ji sedî 16,8'ê hilbijêrên jin jî bi awayekî neyînî dinirxînin.
Ji sedî 64’ê jinan pergala hevserokatiyê erênî dîtin
Ji sedî 64,8’ê jinên hevpeyvîn bi wan re hat kirine erênî dîtine, ji sedî 16,8 bi tevahî neyînî dîtine. Dema ku em li berawirdkirina pirsa "Hûn pergala hevserokatiyê ya ji aliyê HDP'ê ve di asta Herêmî û Giştî de tê meşandin çawa dinirxînin?" Ji koma lêkolînê re, bi pirsa "We Di Hilbijartinên Giştî yên 24’ê Hezîranê de dengê xwe daye kîjan partiyê." Bi tevayî, ji sedî 84,4 hilbijêran diyar kirin ku wan dengê xwe dane HDP'ê erênî ne û ji sedî 6 jî neyînî ne. Bi tevahî, ji sedî 55 beşdarên ku diyar kirin wan dengê xwe dane CHPê erênî ne û ji sedî 24,6 jî neyînî ne. Bi tevahî, ji sedî 21,3 beşdarên ku diyar kirin wan dengê xwe dane AKP’ê erênî ne, ji sedî 43,2 jî neyînî ne. Ji sedî 11.1’ê beşdarên ku diyar kirin ku wan dengê xwe dane ÎYÎ Partiyê diyar kirin ku wan ew erênî dît û ji sedî 55.6 gotin ku wan ew neyînî dîtiye.