Li 11 bajaran serdegirtina malan: Herî kêm 75 kes hatin binçavkirin

Di operasyona ku piştî êrîşa li dijî Miduriyeta Giştî ya Polîsan a li Enqereyê hat lidarxistin de 75 kes hatin binçavkirin. Di dema binçavkirinê de kesek ji lingê xwe birîndar bû, cam û deriyên malan hatin şikandin.

Navenda Nûçeyan- Di 1’ê cotmehê de li dijî Miduriyeta Giştî ya Polîsan a Wezareta Karên Hundir a li Enqereyê çalakiyek hate lidarxistin. Operasyonên binçavkirinê yên piştî çalakiyê hatin destpêkirin didomin. Di serdegirtinên malan ên li bajarên Îzmîr, Eskîşehîr, Kilîs, Kocaelî, Êlih, Colemêrg, Mêrdîn, Amed, Agirî, Bedlîs û Şirnexê de 75 kes hatin binçavkirin. 

Di nav kesên hatine binçavkirin de nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal û gelek siyasetmedar jî hene.