Leyla Zana: Rêya Sêyemîn, rêya demokrasî û edaletê ye

Siyasetmedara Kurd Leyla Zana ya li navçeya Pîranê bang gel kir, silav ji nûnerê fikriyata Rêya Sêyemîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şand û wiha got: “Rêya Sêyemîn, rêya demokrasî û edaletê ye.”

Amed - Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Amedê, parlamenter Cengîz Çandar, Serhat Eren, namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Amedê, siyasetmedara kurd Leyla Zana û Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûn serdana navçeyên Pîran, Gêl û Pasûrê yên Amedê. Şande ji ewil çû serdana Pîranê û rastî coşeke mezin a gel hat. DEM Partî bi konvoyê kete navçeyê. Xelkê navçeyê şande bi nîşaneyên serkeftinê silav kir.

Welatiyên ku li Çeşmebaşiyê kom bûn, dirûşên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Serok Apo” berz kirin û demekî dirêj govend gerandin. Di hevdîtinê de ji ewil parlamenter Cengîz Çandar axivî û wiha bal kişand ser rola Pîranê ya di sala 1991’an de. Cengîz Çandar, wiha got: “Di demekî nêz de dê aştî bê Rojhilata Navîn û em ê bi saya we pir bihêztir bikevin vê pêvajoyê.”

‘Xurtderketina îradeyê ya ji sindoqan, tê wateya aştiyeke xurt’

Siyasetmedara Kurd Leyla Zana jî got ku di sala 91’ê de gavên demokrasiyê li vê qadê avêtine û girîngiya Rêya Sêyemîn vegot. Leyla Zana, wiha domand:

“Em ê îro jî van gavan bidin destpêkirin. Rêya Sêyemîn, rêya aştî, demokrasî û edaletê ye. Gelo hûn amade ne ku em her kesî weke mirovên azad bigehînin? Em ê bi awayekî xurt îradeya xwe li ser sindoqan diyar bikin. Ev pêşeroja zarokên me ye. Xurtderketina îradeyê ya ji sindoqan, tê wateya aştiyeke xurt. Tê wateya demokrasî û azadiyeke xurt. Me di sala 91’ê de tovên pêşeroj û jiyaneke azad bi hev re li vê qadê reşandibûn. Hêvîdarim ku ji bo Rêya Sêyemîn bi saya we zindî bibe. Weke ku hûn jî dizanin parekî mezin a birêz Abdullah Ocalan di vê de heye. Hêviya pêşerojeke ku hemû gel bi awayeke azad dijîn, nayên asîmîlekirin û tune nayên hesibandin ava dike. Em careke din dibêjin ku silav ji kesê ev fikr, ev felsefe di nava jiyanê de hînî me kirî re.”

Piştî axaftinan jî şandeyê tevî gel li ber dirûşma “Bijî Serok Apo” govend gerand. Şande piştre jî derbasî gundê Qulbînê bû. Li vir jî şande bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin û govend gerand.

Hevdîtinên şandeyê yên li Pasûr û Gêlê dê bidomin.