Leyla Xalid rakirin nexweşxaneyê
Yek ji pêşengên têkoşîna azadiya Filistînê, endama Komîteye Navendî ya Eniya Rizgariya Gelê Filistînê Leyla Xalid ji ber xwîn çû ser mejiyê wê rakirin nexweşxaneyê.

Navenda Nûçeyan – Ji navên pêşeng ya têkoşîna azadiya Filistînê, endama Komîteye Navendî ya Eniya Rizgariya Gelê Filistînê Leyla Xalid ji ber xwîn çû ser mêjiyê wê rakirin nexweşxaneyê.
Ji endamên Konseya Enternasyonal a Pêşketinê Vijay Prashad li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku Leyla Xalid tê dermankirin û malbat rewşa wê ji nêz ve dişopînin.
Leyla Xalid kî ye?
Di sala 1944’an de li Hayfaya ku di bin rêveberiya Îngilîzê de bû hat dinê. Ereban dema di sala 1947’an de planên NY yên parçekirinê şûnde vegerandin, di navbera Ereb û Yahûdiyan de şer derket. Malbata Leyla Xalid di sala 1948’an de diçe Lubnanê. Dema 15 salî bû beşdarî Rêxistina Rizgariya Gelê Filistînê (FKO) ku di sala 1940’an de ji aliyê George Habaş ve hat avakirin dibe. Piştre di zanîngeha Emerîkan a Beyrûdê de beşa tibê dixwîne. Piştî şerê ‘Şeş Rojan’ ê di sala 1967’an de, di şerê Filistînê yê Rêxistina Rizgariya Gelê Filistînê de cih girt.
Piştre li Kuwêtê dest bi mamostehiyê kir
Di îlona 1970’an de ku bi navê ‘Îlona reş’ dihat binavkirin û nêzî 8 hazar kesan jiyana xwe, beşdarî çalakiyên revandina balafiran ku sê jî hemxwext bû, di sala 1969’an û 1970’an de beşdarî çalakiyên ji aliyê lîder Wadî Haddad ve hat plankirîn dibe û balê dikşîne ser xwe.
Roja 29’ê Tebaxa 1969’an bi endamê FKO’yê Selîm re, balafira TWA ya Emerîkayê revandin û li Şamê anîn xwarê. Difikirîn ku wê demê sefîrê Emerîka yê Îsraîlê Îzak Rabin tê de ye, balafira ku ji Romayê ber bi Tel Avîvê rabû, ji ber Ereb bûn li cihê Tel Avîvê di ragihandina Atînayê de, bi çek û bombeyên di berîkên xwe de ketin kabîneya balafirê, di ser bajarê Hayta yê Filîstînê ku lê ji dayîk bûbû firand Sûryeyê û li Şamê anîn xwarê. Piştî balafir hat xwarê û tîma firînê û rêwî jê peya bûn, kabîneya firînê ya Boeing 707 teqandin û radestî rayedarên Sûryeyê bûn. Piştî 45 rojan li Sûriyeyê di bin çavan de man, li beramberî du pîlotên Îsraîlê, bi 31 girtiyên Filistînî re hatin berdan.
Piştî çalakiya yekem, di çalakiya duyem a revandina balafiran ku li sê cihên cuda hatin kirin de bi sê endamên rêxistinê re, ji bo revandina balafira El Al a hejmara sefera 219’an ku bi menşela Îsraîlê ji Amsterdamê difiriya New Yorkê hat erkdarkirin. Di çalakiya hemwext de herdû hedef jî balafirên riya hewayê ya ji bo Filistîniyên li Elmaniya TWA û ya ji bo Filistîniyên li Îsvîçre Swissair bû.
Roja 6’ê îlona 1970’an, ji ber herdu endamên din ên rêxistinê neketin balafirê, bi Nikaraguali Patrick Arguel ku bombeyek û çekek hildigirt, li ser wê du bombeyên dest hebûn bikaranîn û çalakî kir. Argurl wê demê ji aliyê guleyên 12 parêzvanên şefê îstîxbarata leşekerî ya Îsraîlê ve hat kuştin û Leyla Xalid jî bi saxî hat girtin.
Piştî ku balafir li Londrayê anîn xwarê, Leyla Xalid hat girtin, di nava mehek de bi saya bazakirina revandina balafirek din ku karekî din ê li Dubaiyê kar dikir, di 1’ê Cotmeha 1970’an de hatibû berdan.
Piştî ku balafirê li Londrayê danî Leyla Xalid hat girtin û di nava mehek de, li ser balafira ku karkerek Filistînî yê li Dubaiyê dixebitî revandibû, bazar hat kirin û di 1’ê Cotmeha 1970’yan de hat berdan.
Leyla Xalid di axaftineke xwe ya ji televîzyona El Cezîre de, rêveberiya Erefat bi dejenerebûn û ne demokratbûnê rexne kir. Leyla Halid, di Rêveberiya Neteweyî ya Filistînê de nûnertiya Eniya Rizgariya Gelê Filistînê dike. Leyla Xalid, her dem li ser jinên li herêmên dagirkirî û meseleya Rojhilata Navîn de ji bo dayîna konferansan hat vexwendin.