Leyla Guven: Gelê Kurd tevî ewqas êş û eleman jî dibêje aştî

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji “Konferansa Aştiyê” re nameyek şand û got: “Hêzên hegemon û emperyalîst naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe û bi qasî ji destê wan tê faşîzmê bi pêş dixin.”

Navenda Nûçeyan- “Konferansa çareseriya Kurd û aştî” ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Amedê tê lidarxistin, di roja duyem de berdewam dike. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê girtin, ji konferansê re nameyek şand. Di nameya xwe de Leyla Guven bal kişand ser girîngiya têkoşîna aştiyê.

‘Divê di daxwaza aştiyê de îsrarek domdar hebe’

Nameya Leyla Guven ji aliyê Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn ve hat xwendin. Leyla Guven di nameya xwe de got ku konferansê hêviya wan nû kiriye. Leyla Guven, diyar kir ku divê di daxwaza aştiyê de îsrareke domdar hebe û da zanîn ku armanca têkoşîna wan jî avakirina pergaleke demokratîk a aştiyane ye. Leyla Guven, bal kişand ser gotina Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan a “Romana Kurdan beriya were nivîsandin dê bê jiyîn” û ev tişt got: “Belê gelê Kurd nîşanî hemû cîhanê daye ku li Rojhilata Navîn bêyî dewletê jî gel dikarin bijîn. Ez serfiraz im ku endamek vî gelî me.”

‘Gelê Kurd tevî ewqas êş û eleman jî dibêje aştî’

Di berdewamiyê de Leyla Guven wiha got: “Hêzên hegemon û emperyalîst naxwazin pirsgirêka Kurd were çareserkirin û bi qasî ji destê wan tê faşîzmê bi pêş dixin. Cîhaneke ku mirov bikaribin lê di nava xwişkîtû û biratiyê de bijîn mimkin e. Dê hewldanên we yên ji bo aştiyê di demeke kin de encam bidin. Di dawiya dawî de jiyan ji qanûnan bi hêztir e. Heke jiyan hebe, hêvî jî heye. Dostên hêja; gelê Kurd tevî ewqas êş û eleman jî dibêje aştî. Lê belê ji bo pêvajoyeke çareseriyê ya bi muxatabên rasteqîn re dest pê bike divê kesên aştî, xwişkîtî û biratiya gelan dixwazin zêdetir dengê xwe derxin.”