Leyla Arzu: Iraq daxwazên dewleta Tirk pêk tîne

Hewldana hêzên Iraqê ya ji bo têlkirina derdora wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, çêkirina kûleyan, rastî berxwedaniya gel hat. Endama Komîteya Dîplomasiyê ya Meclisa Îştarê Leyla Arzu Îlhan destnîşan kir ku Iraq daxwazên dewleta Tirk bi cih tîne.

Mexmûr – Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk neçar mabûn koçberî Başûrê Kurdistanê bibin, li her cihê ku bi cih dibûn rastî êrîş û gefên dewleta Tirk û PDK’ê dihatin. Piştî 7 wargehên ku guhertin, herî dawî di sala 1998’an de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi cih bûn. Wargeha ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bi awayekî fermî tê naskirin, ji Nîsana 2017’an ve bi êrîşên hawayî yên dewleta Tirk ve, ji sala 2019’an ve jî bi polîtîkayên rêgirî û ambargoyê yên PDK’ê re rû bi rû ye. Li gel vê yekê jî di 20’ê Gulanê de artêşa Iraqê xwest bi têlan û kûleyan derdora wargehê dorpêç bike. Şêniyên wargehê li dijî vê hewldanê kon vedan û li dijî helwesta hikumeta Iraqê bi biryardarî berxwedana xwe didomînin.

Endama Komîteya Dîplomasiyê ya Meclisa Îştarê ya Mexmûrê Leyla Arzu Îlhan girêdayî vê mijarê nirxandin kir.

‘Me li hemberî pergala desthilatdar pergala xwe ava kir’

Leyla Arzu Îlhan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser sedemên ku erîşên li ser wargeha Şehîd Rustem Cûdî tên kirin û diyar kir ku erîşên di roja îro de li ser kampê tên kirin, sedema wan a dîrokî heye û gotinên xwe wiha domand: “Dema bûyerên bi vî rengî domiyane. Em ê bibînin ku ji dîroka penaberiyê ya 30 salan ve heta niha her dem êrîşên bi vî rengî çêbûne. Ev gel çima bû penaber, sedema penaberiyê çi ye ev gel çima 30 sal in têkoşînê dide meşandin. Ger em bersiva van pirsan bidin em dikarin bûyerên di roja me ya îro de diqewimin baş pênase bikin. Ger em tenê bi roja me ya îro sînordar bimînin, nikarin ji berxwedaniya gelê Mexmûrê re bibin bersiv. Em tev jî dizanin ku sedema penaberiya vî gelê polîtîkayên şer ên taybet ku di salên 90’î de hatin meşandin e. Ev gel teslîmiyet, cerdevanî, hevkariya dijmin qebûl nake, ji bo vê riyek hilbijart.”

‘Gelê wargeha Şehîd Rustem Cûdî têkoşîna xwe qat bi qat zêde kir’

Leyla Arzu Îlhan da zanîn ku berxwedaniya Mexmûrê xwe dispêrê 30 salan û wiha got: “Dema em dibêjin penaberî pêwîst e em wargeha Şehîd Rustem cuda bigrin dest ji ber me tenê xwe di aliyê fizîkî de parast, li dijî pergala desthilatdar me penaberiyê veguherand qadeke têkoşînê û bi xwe pergala xwe ava kir. Niha tişta ku li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî tê kirin ev e, li hemberî pergala desthilatdar, di warê çandî, perwerde, zanist, tenduristî de ango di her qada jiyanê de  em dikaribûn pergaleke polîtîk, siyasî bidin avakirin. Ev jî bi têkoşîna 30 salan hat avakirin. Bêguman ev bi berdêlên pir giran hat avakirin em bi ambargo û erîşên pir dijwar re rûbûrû man lê gelê wargeha Şehîd Rustem Cûdî têkoşîna xwe qat bi qat zêde kir.”

‘Erîşa DAIŞ’ê ya sala 2014’an plankirî bû’

Leyla Arzu di berdevamiya axaftina xwe de qala erîş û planên ku li ser kampê hatine kirin kir û destnîşan kir ku erîşa DAIŞ’ê ya di 2014’an de li ser Mexmûrê pêk hat plankirî bû, wiha pêde çû: “Dema destpêkê em hatin Mexmûrê kesê bawer nekir em bikaribin li vir bijîn lê me li Mexmûrê jiyan û hevî afirand. Me li ser hêviyê têkoşîna xwe bi pêş xist, ji ber vê sedemê bi erîşa DAIŞ’ê re planek ji bo Mexmûrê hat kirin. Dema ku DAIŞ’ê erîş kir armancek vê hebû hêzên desthilatdar vê tiştê pir eşkere dan xuyakirin. Mînak dema ku DAIŞ’ê erîş kir hat gotin ku deriye Tirkiyeyê ji gelê Mexmûrê re vekiriye. Gelê Mexmûrê bi salan têkoşiya û êş kişandin ji ber wê dê serê xwe li ber dagirkeriyê netewîne. Gelê Mexmûrê ev nepejirand û her dem pergala xwe ya xweser da meşandin. Mexmûr jî ji DAIŞ’ê paqij kir û vegeriya malên xwe ev bersivek bû ji bo dagirkeriyê. Tiştê ku nikaribûn bi destên DAIŞ’ê bikin, niha dixwazin bi destên PDK’ê, Neteweyên Yekbûyî û dewleta Iraqê bikin.

Sedema pênaberiya wan vîna azad bû’

Leyla Arzu  Îlhan der barê berxwedaniya gelê Mexmûrê a li hemberê amborgoya ji 2019’an ve bi destên PDK’ê hat pêkanîn de wiha axivî: “Ji 2019’an vir be ambargoyek pir giran li ser wargerê heye, dixwazin bi birçîbûnê vê gelî teslîm bigrin. Gel da diyarkirin ku sedema penaberiyê ne birçîbûn, tunebûna nan bû. Ew xwedî gundên xweş bûn her tiştê wan hebû. Sedema pênaberiya wan vîna azad bû, ji bo ku ew vîna xwe ya azad bijîn dest bi riya têkoşînê kirin û heya roja me îro jî bi vê biryarî dimeşin.”

‘‘Bi hevkariya dewletên navneteweyî erîş li ser kampê tên kirin’’

Leyla Arzu di axaftina xwe de behsa hevkariya dewleta Tirk, PDK û hêzên navdewletî kir û wiha pêl da gotinên xwe: “Nikarin me bi ambargoyên PDK’ê bi erîşên hewayî yên dewleta dagirker û bi hevkariya dewletên yekbûyî teslîm bigrin. Qaşo wargeha Mexmûrê di bin sîwana Netewên Yekbûyî de ku statuya penaberiyê bi têkoşîna xwe qezenc kiriye lê bi salan e bi hevkariya dewletên navneteweyî erîş li ser kampê tên kirin. Jixwe ne di aliyê madî de ne jî di aliyê manewî de tu alîkarî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve nehatiye kirin. Ev yek jî dide xuyakirin ku Neteweyên Yekbûyî jî di nava vê plana qirêj a ku li ser kampê tê meşandin de ye. Em bala xwe bidin çima Şengal wargeha Şehîd Rustem Cûdî û bakur û rojhilatê Sûriyeyê di bin erîş û planên qirêj ên dewleta Tirk û hêzên desthilatdar de ye? Ji ber ku gel paradîgmaya Rêber Apo jiyanî kiriye û bi vê paradîgmayê li hemberî pergala desthilatdar bûye alternatîfek. Ji bo vê jî erîşa li ser Mexmûrê erîşa li ser Rêber Apo ye, erîşa li ser tevgera azadî û hêza gel e.”

‘Dewleta Iraqê ji bo berjewendiyên xwe yên desthilatdariyê teslîmî dewleta Tirk bûye’

Leyla Arzu Îlhan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em hemû baş dizanin ê ku pergala desthilatdariya dewleta Tirk vala derxistiye tevgera Apoyî ye û bi pêşengiya vê tevgerê netewa demokratik li Rojhilata Navîn belav bûye û wiha got: “Ji bo vê jî ji bo vê projeye vala derxin her rê û rêbazê diceribînin ku niha dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê û bi çavgirtina Neteweyên Yekbûyî, dewleta Iraqê jî kirine hevkarên xwe. Niha jî dewleta Iraqê tiştê ku nabe li ser me ferz dike. Ev 25 sal in em li vir dijîn niha tên ji me re behsa qanûnan dikin çima 25 sal berê behsa qanûnê nedikirin, niha tên li ser me hinek tiştan ferz dikin. Ev jî tê wateyê ku polîtîkayên dewleta tirk ji bo mayîndekirina dîkdatoriya Erdogan û AKP’ê ye. Dewleta Iraqê ji bo berjewendiyên xwe yên desthilatdariyê teslîmî dewleta tirk bûye.”

‘Armanc ne tenê Mexmûr e hemû destkeftiyên gelê Kurd in’

Leyla Arzu Îlhan balkişand li ser biryardariya gelê Mexmûrê û wiha got: “Em weke wargeha Mexmûrê vê baş dizanin ger mirov bi hêz be dikare îrade û hebûna xwe biparêze, ger bê hêz be bi polîtîka û planên hinek kesan tevbigere ku em niha di şexsê dewleta Iraqê de vê tiştê dibînin. Dewleta Iraqê bi leşkerên xwe erîşê jin, zarok û gelê Mexmûrê dike lê hêza wî ya li hember dewleta tirk axa xwe biparêze nîn e. Dewleta Iraqê berê her tiştî  bila qanûnên xwe li hemberî dewleta tirk biparêze ji ber ku tiştê dike li dijî qanûnên Iraqê ye. Em di ferqa vê erîşê de ne û têkoşîna me jî wê li gorî vê be. Du roj in em şahidiya vê dikin me dît ku gelê Mexmûrê çawa bi biryardarî bi şeklekî polîtîk li hemberî pergala serwer disekine û planên qirêj ên dewletên desthilatdar têkoşîna xwe berdevam bike.

Gelê Mexmûrê dewleta Iraqê hişyar kir ku xwe radestî dewleta tirk neke. Dewleta tirk ne tenê gelê Mexmûrê hemû gelên li başûrê Kurdistanê mexdûr dike bi hezaran kesên li başûrê Kurdistanê nikarin biçin gundê xwe debara xwe bikin, bi sedan kes hatin qetilkirin, bi hezaran cih hatin topbarankirin. Erdogan ji bo ku hêzên faşîst ên li Tirkiyeyê motîve bike û hilbijartina ku di tûra duyem de ma bigre destê xwe, van erîşan pêk tîne. Gelê Mexmûrê têkoşiya û di wê baweriyê de ye ku hemû Kurd jî wê piştgiriyê bidin gelê Mexmûrê. Gere em vê baş bizanibin armanc ne tenê Mexmûr e, piştgiriya ji bo Mexmûrê tê wateya parastina destkeftiyên ku me bi salan bi dest xistiye.”