Leşkerên Îsraîlê Ahîd et-Temîmî ya Filistînî binçav kirin

Leşkerên Îsraîlê, di serdegirtina malên li bajarê Ramallahê ya Şerîeya Rojava ya dagirkirî de, Ahîd et-Temîmî binçav kirin.

Navenda Nûçeyan- Nerîman Temîmî, diyar kir hêzên Îsraîlê yên li bajarokê Nebî Salih a Ramallahê avêtin ser mala wan, keça wê Ahîd et-Temîmî birin. Nerîman Temîmî diyar kir leşkerên Îsraîlê di serdegirtinê de zirar dane malên wan û got ku dest danîne ser telefonên wan ên destan jî.

Bavê Ahîd et-Temîmî jî beriya çend rojan ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatibû binçavkirin.

Di 11 saliya xwe de serî li dijî leşkerek Îsraîlê rakir

Ahîd et-Temîmî ku di sala 2011'an de hêj 11 salî bû, bi dîmenên xwe yên serî rakina li dijî leşkerê Îsraîlê bal kişandibû, di aqlê hemû kesan de wek "keça wêrek a Filistînê" cih girt. Ahîd et-Temîmî ku weke aktîvîsteke mafên mirovan têkoşîna xwe didomîne, di sala 2017’an de ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hat girtin û 8 mehan di girtîgehê de ma. Ahîd et-Temîmî ku di 3 êrîşên cuda yên hêzên Îsraîlê de bi guleyan birîndar bû, xwediyê Xelata Wêrekiya Hanzala ye.

Ahîd et-Temîmî di roportajek xwe ya sala 2021’an de bal kişand ku êş û azarên jinên Filistînî yên li welatên ku ji aliyê Îsraîlê va hatine dagirkirin û dorpêçkirin tenê bi rojek an du rojan ne sînordar e û gotibû ku ji bo jinên Filistînî ku ji ber dagirkeriya Îsraîlê ya bi dehan sal e didome gelek êş dikşînin re, ji cîhanê bi têra xwe piştgirî nayê dayîn.