Leşkerê ku pirsa ‘hûn ji ku hatine?’ jê hate pirsîn: Em ji derveyî bajar hatine

Dema li Qersê deng bi komî dihatin avêtin, Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît pirsa ‘Hûn ji ku hatine?’ pirs kir û leşkerekî bersiva “Em ji derveyî bajar hatine” da.

Navenda Nûçeyan – Li bajarên Kurdistanê yek ji bajarên ku bi hezaran leşker lê hatine veguhestin jî Qers e. Leşkerên ku bi otobûsan anîn Dibistana Navîn a Ataturkê, bi komî deng dan.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê û Parlamentera Qersê Gulistan Kiliç Koçyîgît çû dibîstana navîn ya Ataturk ji leşkerên ji bo dengdayînê di dorê de disekiniyan pirsa “Hûn ji ku hatine?” kir. Li ser vê yekê leşkerekî bersiva; “Em ji derveyî bajar hatine” da.

‘Îrade û bajarê xwe bi parêzin’

Gulistan Koçyîgît bi daxuyaniyekê bertek nîşanî rewşê da û derbarê mijarê de ev tişt got: “Li her derê leşkerên ji derveyî bajar hatin veguhestin hene. Bi van hilbijêrên veguhestî dixwazin vîna xelkê Qersê xesp bikin. Hewl didin îradeya gelê kurd ku dê 5 salan bajar birêve bibe xesp bikin. Li vir em bangî hemû xelkê Qersê dikin; bi hilbijêrên qaçax û sexte hewl didin vîna we xesp bikin. Destê xwe deynin ser wijdana xwe û îrade û bajarê xwe biparêzin. Destûr nedin ku kesên tu eleqeya wan bi vî bajarî re nîne qedera we diyar bikin. Dê têkoşîna me ya li dijî van dizan bidome. Em dikarin ji AKP’ê re bibêjin ‘partiya dizan. Em ji wijdan û aqlê selîm yê gelê Qersê bawer dikin.”