Leşkerê Îsraîlî tacîza zayendî li zaroka Filistînî kir

Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê berdewam dikin, ji Qudûsê kêliyên ku leşkerên Îsraîlê yên bi hinceta lêgerîna laş li dijî zarokekî keç a Filistînî tacîza zayendî pêkanî, di kamerayan de xuya bû.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê ji hewa û bejahî berdewam dikin. Dema li Xezayê qirkirinek mezin a mirovahiyê tê jiyîn, di dimên ku ji Qudûsê belavbûn de, kêliyên ku zarokekî keç rastî tacîzê tê di kameran de xuya dibe.

Di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser Filistînê bi hezaran jin û zarok hatin qetilkirin, ji herêmê nûçeyên tacîz û tecawizê jî tên. Leşkerê Îsraîlî, li Taxa Şufat a Qudûsê bi hinceta "lêgerîna laş" li dijî zarokekî tacîz pêkanî. Dema leşker li dijî zarokê tacîz pêkanî, leşkerên din jî bi çekê gef li welatiyên derdor xwarin.