Leşker û cerdevanên Tirk li Silopiyayê daran talan dikin

Dewleta Tirk bi desteka leşker û cerdevanên xwe li Kurdistanê talankirina daran didomîne. Li gundê Biliga yê Silopiyayê cerdevanan di bin nobedariya leşkeran de bi hezaran dar birîn, gef li gundiyên ku li dijî vê rewşê derketin, hat xwarin.

Navenda Nûçeyan – Talankirina daran a li herêmên Besta, Cûdî, Gabar û Cilênimêja yên Şirnexê di bin çavdêriya leşkeran û bi destê cerdevanan hatiye destpêkirin, bi meha ye didome. Yek ji deverên ku talankirina daran lê hatiye destpêkirin jî gundê Biliga yê Silopiyayê ye.

Cendirme bi qedexeyan gef li gundiyan xwar

Cendirmeyan li vî gundê behsa xeberê di bin navê “ewlehiyê” de bi hezaran dar birîn û xelkê herêmê jî bertek nîşanî leşkeran dan. Dema hinek welatiyan hewl dayîn rê li ber birîna daran bigirin jî, leşkeran gefa “Heke hûn ji bo me zehmetiyan derxînin, em ê ketina we ya gund qedexe bikin” lê xwarin. 

Li hêla din, birîna daran a li gundê asuran Hesana yê li quntarê Çiyayê Cûdî yê Silopiyayê jî didome. Darên tên birîn li kamyonan tên barkirin û derdixînin derveyî bajar.