Lêkolînerên Mexribî bi pirtûka dîjîtal êşên jinan ronî dikin

Komek lêkolînerên Mexribî bi pirtûka ku amaderin bal kişandin li ser hebûna jinan di cîhana dîjîtal de û tundûtujiya ku li beramebrî jinê tê pêkanîn.

HANAN HARITE

Mexrîb-  Sê lêkolînerên Mexribî lêkolînera Civaknasî  Hajar Al-Mufaddal, Mahjouba Kaogo û lêkolînera psîkolojî Kholoud Al- Sibai bi hev re pirtûka bi navê ‘Towards a Gendered Digital World-Ber Bi Cîhaneke Dîjîtal Ve’  derxistin û naveroka wê behsa cîhana dîjîtal û têkiliya bi rêgeza civakî re û guhertinên derûnî û civakî dike.

Pirtûka ji 313 rûpelan pêk tê, bi zimanê Erebî û Fransî hatiye çapkirin. Lêkolînera Civaknasî Hajar Al Mufaddal diyarkir ku naveroka pirtûka ‘Ber Bi Cîhaneke Dijîtal ve’ nêzîkatî û nirînên cuda weke antropolojî, sosyolojî, zagon, psîkolojî û ragihandinê hene. Ev pirtûk bi pêla teknolojî û çandî ku di civakê de rûdaye weke parçeyek ji jiyana rojana xwedî bikaranînên cuda ye hatî derxistin.

‘Di pirtukê de nêzîkatiyên cuda yên li beramberî jinê heye’

Lihevkirina her sê nivîskaran li ser çawaniya bikaranîna cîhana dîjîtal li gor girîngîdayîna mirovan bû tevî cudahiyên navbera herdu zayendan de li gor mijaran û wêrekiyê şîrove kirine. Lêkolînera civaknasî Hajar Al-Mufaddal wiha got: "Di naveroka pirtûkê de nêzîkatî û nêrînên cuda ên weke Antropolojî, civaknasî, zagon, psîkolojî û ragihandin heye. Beşa ku min amade kir Nasnameya Jenderî û Rastiya Têkiliyên zayedî  bi riya Torên Civakî bû, me dît ku hemû malper û sepanên îro rêbazên lêgerîna têkiliyên navbera herdu zayendan de ye û awayê wê yê civaknasî diyar e."

Hajar Al-Mufaddal di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Sêgoşeya seks, hezkirin û père, dibin nakokiyên jenderî û di dawiyê de dibe sedema tunûtujiya dîjîtal.  Îro em li yek cîhanê ne wekehev in, em dikarin wisan bifikirin ku ew komek cîhan di hundirê avahiyek jenderî de ne."