Lêkolînera Mexribê: Divê em bi jinên Filistînî re bibin yek

Lêkolîner Letîfe El-Buhsînî diyar kir ku êrîşên dijmirovî yên Îsraîlê li dijî Filistînê sûcên şer e, bal kişand ser berxwedana jinên Filistînî û banga hevgirtinê li hemû jinan kir.

HANAN HARÎTE

Mexrib- Pevçûnên Îsraîl-Hamasê du hefte ne berdewam dikin. Dîmenên ji herêmê û daxuyaniyên rayedaran piştrast dikin ku di pevçûnan de herî zêde jin û zarokan zirarê dibînin. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di daxuyaniya xwe ya dawî de ragihand ku hezar û 400 kes ku 720 ji wan zarok in li Xezayê winda bûne. Hat ragihandin ku hejmara Filistîniyên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane derket 4 hezar û 137’an ku 1524 jê zarok û 1000 jî jin in.

Lêkolînera Mexribê Letîfe El-Buhsînî ya ku li ser mafên jinan dixebite, bal kişand ser êrîşên Îsraîlê yên ku sûcên şer in û got: “Bi taybetî bombekirina nexweşxaneyê weke birûskê li me xist. Ji ber ku kesê xeyal nedikir wê êrîş werin vê astê. Bombekirina nexweşxaneya Xeza El Mamedanî (El-Ehlî Baptîst) li dijî qanûn û peymanên navneteweyî ye û sûcê şer e. Bi vî sûcî mafê jiyanê hat binpêkirin.”

‘Mirovên dijmirovî diqewimin’

Letîfe El-Buhsînî bûyerên li Xezayê weke dijmirovî nirxand û got: “Em wek jin divê piştgiriyê bidin têkoşîna jinên Filistînî. Îsraîl di êrîşên xwe de ciwan, kal, jin û zarokan dike hedef. Îsraîl bi rojan e êrîşî Xezayê dike û gelek kesên di nav wan de jin, zarok û kal jî hene jiyana xwe ji dest dane. Hejmara mirî û birîndaran roj bi roj zêde dibe. Jinên Filistînî tevî êş û bedelên ku didin biryardariya xwe ya berxwedanê nîşan didin û ev biryardariya berxwedanê ji aliyê Îsraîlê ve tê hedefgirtin.”

‘Cîhan hovîtiya Îsraîlê red dike’

Letîfe El-Buhsînî, diyar kir ku hemû gelên cîhanê bi gelê Filistînê re di nava hevgirtinê de ne û wiha berdewam kir: “Li hemû welatên cîhanê hovîtiya Îsraîlê tê redkirin. Mirov êdî ji propagandayên xapandinê, derew û bêbextiyan bawer nakin. Di vê rewşê de, çapemenî sûcên Îsraîlê meşrû dike. Gelê Filistînê ji bo bidestxistina mafên xwe têkoşîna xwe didomîne.”