Lêkolînera Cezayîrî: Derfet ji bo her tiştî heye

Lêkolînera Cezayîrî Yasmîna Boubenider, a di warê bazarkirina teknolojiyê û zekaya çêkirî de lêkolînan dike bal kişand ku di qada teknolojiyê de her diçe hejmara jinan zêdetir dibe û bi gotinên; “Derfet ji bo her tiştî heye” bang li jinan kir.

SARA CEQRIF

Cezayîr- Teknolojiya ku her diçe bi pêş dikeve, her çendî di hinek waran de jiyana mirovan hêsan bike jî; bi pêşketina xwe re gelek xeteran tîne. Bi taybetî jî di salên dawî de zekaya çêkirî ya di gelek bazaran de tê bikaranîn, bi aliyên xwe yên erênî û neyînî derdikeve pêşiya me. Lêkolînera Cezayîrî Yasmîna Boubenider, a di warê bazarkirina teknolojiyê û zekaya çêkirî de lêkolînan dike, bi pirtûka xwe ya bi navê “Bazarkirin û zekaya çêkirî” tecrubeyên xwe yên xebata 20 salan ku zêdetir li Japonyayê, li welatên cuda kirine parve dike.

Yasmîna Boubenîder, çar sal berê, ji bo hewldêrên di qada teknolojî û zekaya çêkirî de bi navenda karên mezin Techstars re bi tecrubeya xebatê, bi armanca ku jin bikevin cîhana teknolojiyê û zekaya çêkirî û serkeftî bibin, dest bi hewldaneke bi navê “Web 3 Women and Innovation” kir.  

Di cîhana teknolojiyê de her diçe hejmara jinan zêdetir dibe

Yasmîna Boubenîder, diyar kir ku dema nû di şîrketa teknolojiyê ya Japon de dest bi kar kiriye, hejmara jinan kêm bûye û wiha got: “Jinên ku di şîrketê de dixebitîn, zêdetirî wan ji Emerîka û Ewropayê bûn. Jin di şîrketê de bi asteke baş, xwedî pozîsyona biryargirtinê nebûn. Min wê demê di warê zekaya çêkirî de dest bi xebatê kir.”

Yasmîna Boubenîder, bi gotinên; “Jinên ku min ew nas kirin hemû eleqeya wan ji bazarê re zêde bû” gotinên xwe wiha domand: “Ger em îro bi 20 sal berê re muqayese bikin, pir cudahî heye. Di forûma yekem de beramberî 90 mêran, 2 jin beşdar bûbûn, di forûma dawî de jî 20 jin beşdar bûn. Ev guherîneke erênî ye û meyla jinan a ji bo vê qadê diyar dike. Ev yek îsbata cesareta jinan a ketina cîhana teknolojiyê ye. Jinan di vî warê de jî behre û serkeftinên xwe nîşan dan. Di vî warî de divê tu her dem xwe bi pêş bixî, hînî tiştên nû bibî. Ez ê ji bo kesên ku dixwazin di vî warî de bixebitin perwerdeyan bidim. Dixwazim jin di vî warî de serkeftî bin.”

‘Her tişt pêkan e’

Yasmîna Boubenîder, pêşniyar kir ku jin di vî warî de gavên cesûr bavêjin wiha bi dawî kir: “Ji jinên ku dixwazin di warê pisporiya teknolojiyê û zekaya çêkirî de bixwînin re bibêjim ku her tişt pêkan e. Li kesê ku di şîrketa ‘OpenAI’ de ji pêşxistina ‘GPT Chat’ berpirsyar e binêrin. 30 salî ye, hûn jî dikarin weke wî serkeftî bin.”