Lêkolîna NG’ê : Li Tirkiyeyê ji her 5 jinan 1 rastî şîdetê tê

Lêkolîna NG’ê ku di warê şîdeta li ser jinan de lêkolînek qadê kir, ragihand ku li Tirkiyeyê ji her 5 jinan 1 rastî tundiyê tê.

Navenda Nûçeyan - Li Tirkiyeyê şîdeta li ser jinan her ku diçe zêde dibe, rojane bi giştî 3 jin tên qetilkirin. Lêkolîna NG jî di navbera 12-23 Mijdarê de li ser bingeha “Li Civakê Şîdet” lêkolîna raya giştî pêk anî. Di çarçoveya lêkolînê de li seranserê Tirkiyeyê bi 2 hezar û 52 kesan re hevpeyvîn hat kirin. Pêşî ji beşdaran hat pirsîn ka şîdet li wan hatiye kirin yan na. Ji sedî 12 beşdaran bersiva "erê" dan. Dema beşdarên ku rastî şîdeta fizîkî hatine bi berfirehî tên lêkolînkirin, derdikeve holê ku ji sedî 20’ê jinên beşdarî lêkolînê bûne rastî şîdetê hatine.
Behra Reş bû herêma ku herî zêde jin rastî şîdetê tên
Li gorî lêkolînan ji her 4 kesan 1 ji aliyê hevjîn an jî hevalên xwe yên mêr ve rastî şîdeta derûnî tê. Rêjeya jinên ku diyar kirin rastî şîdeta derûnî hatine 3 qat ji ya mêran zêdetir e. Li gorî herêmê, Behra Reş bû herêma ku herî zêde şîdeta derûnî li jinan tê jiyîn. Li herêma Behra Reş ji her du jinan yek rastî şîdeta derûnî tê.
Jin nikarin şîdeta derûnî vebêjin
Rêjeya beşdarên ku riyên xilasbûna ji şîdeta fizîkî dizanin, ji yên ku nizanin zêdetir bû. Lê heman rewş, ji bo pêşîlêgirtina şîdeta derûnî ne derbasdar e. Rêjeya kesên ku nizanin ji bo pêşîgirtina şîdeta derûnî çi bikin ji sedî 60 û yên dizanin jî ji sedî 40 e. Her wiha yek ji sê kesên ku rastî tundiya derûnî tên jî nikarin vê rewşê ji kesî re bibêjin.