Leila Husseinzadeh sirgûnê Girtîgeha Şîrazê hat kirin
Aktîvîsta siyasî û mafê xwendekaran Leila Husseinzadeh sirgûnê Girtîgeha Şîrazê hat kirin.
Navenda Nûçeyan- Leila Husseinzadeh a ku aktîvîsta siyasî ya navdar e, li Îranê bi nasnameya xwe ya aktîvîst û sendîkaya mafên xwendekaran û parêzvaniyê tê nasîn, sirgûnî Girtîgeha Şîrazê hat kirin. Aktîvîsta ku di 7'ê Kanûnê de hatibû binçavkirin piştî ji aliyê yekîneyên îstîxbarata Îranê ve îfadeya wê hat girtin li Girtîgeha Êvînê hat bicihkirin, di hevdîtinek telefonê de agahiya sirgûnkirina xwe ji malbata xwe re ragihand.
Hate ragihandin ku Leila Husseinzadeh a ku, ji ber dema hate girtin agahî neda parêzer û malbata wê ket rojevê, bi nexweşiya crohnê ketiye û gihandina dermanên wê jî hatiye astengkirin.