Lehengên Aşurî yên şerê li dijî DAIŞ’ê hatin bibîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdên Xabûrê lehengên berxwedana li dijî DAIŞ'ê di salvegera wan a 9'an de li navçeya Til Temirê bi merasîmekê bibîr anîn.

Hesekê – 23'ê Sibata 2015'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşeke mezin bir ser navçeya Til Temirê warê mûzayîka gelan ku Kurd, Ereb û Aşûrî lê dijîn, di encamê de gelek şervan bi wêrekî şer kirin û gihiştin asta şehadetê. Îro Meclisa Malbatên Şehîdên Xabûrê ya Til Temirê ya li Kantona Cizîrê a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, cangoriyên wê êrîşê bibîranîn. Şamîran Şîba û Wîdad Yûnan du jinên wêrek yên Aşûrî yên bi berxwedana xwe di serdema 21'an de muhra xwe li dîrokê dan jî hebûn.

Kurte jiyana Wîdan Yûnan û Şamîran Şîba

Wîdad Îliya Yûnan navê tevgerê Hîwîd Xabûr e, di sala 1970’an de çavên xwe li gundê xwe Til Hurmizê vedike, li wir dijî. Di 1'ê Cotmeha sala 2014'an de beşdarî Meclisa Parêzvanên Xabûrê dibe û wekî şervan erk digre. Di êrîşên 23’yê Sibata 2015’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve tê revandin û piştî mehekê tê qetilkirin.

Şamîran Îşo Şîba bi navê xwe ya tevgerê Yamet Digêsa ango dayika şervanan, di sala 1970'an de ji dayik dibe. Di 1'ê Cotmeha 2014'an de beşdarî Meclisa Parêzvanên Xabûrê dibe, di êrîşa 23’ê Sibata heman salê de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve tê qetilkirin.

'Xwîna şervanên kurd, suryan, aşûrî û ereb bû neşxereya pêşeroja herêmê'

Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê Fermandara Hêzên Parastina Xabûrê Madlên Xemîs berxwedana cangoriyan azadiyê silav kir û wiha domand: "Di 23’ê Sibata 2015’an de bûyereke ne di hesaban de bû, rû da. Di wê rojê de hevsengî serûbinê hev bûn. Çeteyên DAIŞ jin, zarok û kalûpîrên me ber bi cihên ne diyar ve revandin, malên me xira kirin, dêr şewitandin, xaçên xistin û zêdetirî 250 kes ji pêkhateyên Aşûrî dîlgirtin. Rizgarkirina welat erkekî welatparêzî ê hemû hêzên hevpar bû. Di oxira wê de jî gelek şervanan xwe feda kirin. Xwîna şervanên kurd, suryan, aşûrî û ereb bû neşxereya pêşeroja herêmê."

Ji NY û Meclisa Ewlehiyê re: Komkujiya li Xabûrê çêbûye nas bikin

Paşê Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Natoru Nûhedra Ixtîyar jî wiha got: "Êrîşa çeteyên DAIŞ li ser gelê herêmê û revandina aşûriyan dikeve rêze sûcên şer. Jenosayideke mezin gelekî esîl wekî gelê Aşûrî hedef girt. Êrîşa DAIŞ li ser Xabûrê domandina êrîşa li ser Aşûriyan di nava dîrokê de ye. Rojeke bi hestên xemgînî û hêrsa li hember terorê tijî ye. Em ji vir qîr dikin heta ku êş û helwesta me bighêje Netewên Yekbûyî NY û Meclisa Ewlehiyê a navdewletî, da ku komkujiya li dijî gelê me yê Aşûrî li Xabûrê çêbûye nas bikin."

Merasîma bîranînê bi vêxistina mûman bi dawî bû.