“Lêgerîna tazî êrîşa li dijî beden û manewiyata mirov e”

Li Tirkiyeyê binçavkirina mirovan û di dema avêtina girtîgehan de bûyerên lêgerîna tazî berdewam dikin. Herî dawî aktivîsta TJA’yê Seyhan Başak dema birin girtîgehê lêdan xwar û rastî lêgerîna tazî hat. Aktivîsta TJA’yê Leyla Ayaz, dibêje ku kesên li dijî lêgerîna tazî derdikevin, rastî şîdetê tên.

MEDÎNE MAMEDOOLU
Amed- Di vê pêvajoyê de kesên ku tên binçavkirin û girtin, rastî lêgerîna tazî tên. Ev pêkanînên li girtîgehên herêmê berdewam dike. Tevî ku arlamentera AKP’ê Ozlem Zengîn gotibû “li Tirkiyeyê lêgerîna tazî tune ye” jî di rojên borî de aktivîsta TJA’yê Seyhan Başak a li Êlihê hatibû binçavkirin û dûre hatibû girtin, dema ku wê biribûn girtîgehê lêdan xwaribû û rastî lêgerîna tazî hatibû. Aktivîsta TJA’yê Leyla Ayaz têkildarî mijarê nirxandin kir û diyar kir ku ev pêkanîna ku di hiqûqê de tune ye herî zêde li dijî jinan tê kirin. 
“Cilên girtiyan diqetînin û bi lêdan lêgerîna tazî dikin”
Leyla Ayaz diyar kir ku zext û pêkanînên li girtîgehan bi lêgerîna tazî êdî sînor derbas kirine û têkildarî mijarê wiha axivî: 
“Ev salek e li dijî kesên ku tên girtin lêgerîna tazî dikeve rojevê. Kesên ku lêgerîna tazî nepejirînin û li dijî derdikevin, cilên wan tên qetandin û bi zorê bi awayê tazî lêgerînê dikin. Em vê wekî hiqûqa dijmin bi nav dikin. Bi taybetî li dijî jinên Kurd, tevgera jinên Kurd bi awayê êrîşê ev zext tê kirin. Bi taybetî di demên dawiyê de girtî dema diçin revîrê û tên beriya wan bigrin odeyan rastî lêgerîna tazî tên. Dema ku vêyekê napejirînin, îşkenceya lêdanê dest pê dike. Ev li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Wateya lêgerîna tazî êrîşa li dijî beden û manewiyata mirov e.” 
“Herî zêde jin rastî vê îşkenceyê tên”
Leyla Ayaz bal kişand ku lêgerîna tazî di heman demê de îstîsmara zayendî ye û got ku divê îşkenceya ku li vê pêvajoyê, îro li her derê Tirkiyeyê heye were teşhîrkirin. Leyla Ayaz diyar kir ku lêgerîna tazî û îşkenceya fizîkî herî zêde li dijî jinan tê kirin û wiha domand: “Dema ku tu napejirînî, destûr nadî destên xwe didin bedena te û di bin navê lêgerînê de cilên te diqetînin. Lêgerîna tazî tu carî tiştekî ku were pejirandin nîn e. Em tu tevgerek, helwesteke ku rûmeta mirovahiyê rencîde dike napejirînin û em ê tu carî destûr nedin. Niha beşa ku di warê civakî de dikare muxalefetê bike, li dijî polîtîkayên dewletê derdikeve tevgera siyasî ya jinên Kurd e. Ji ber vê yekê zêdetir êrîşê jinan dikin. Li dijî vê yekê em ê li her derê li dijî şîdet û binpêkirinên mafan têbikoşin û teşhîr bikin. Em ê bi hêza xwe ya rêxistinbûyî li dijî vê yekê bisekinin.”
Leyla Ayaz herî dawî got; “Bi van tiştan dixwazin îtîbara me bişkînin. Ev tişteke ku em ji ber şerm bikin nîn e. Ev ne şerma me ye, şerma kesên vê yekê dikin e. Em bang dikin ku kesên rastî lêgerîna tazî hatine serlêdana sûc bikin. Ên vê yekê dikin, dizanin ku hiqûqa wan de jî cihê vê yekê nîn e. Em careke din dibêjin ku bila li gorî hiqûqa xwe hereket bikin. Dewletek ku ji pêkanîna hiqûqa xwe jî aciz e heye li hemberî me.”