Lêgerîna edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 100’emîn de ye
Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar ya li ber Wezareta Dadê ket roja 100’emîn.
Enqere – Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, didome.
Emîne Şenyaşar piştî nobeta li Rihayê, nobeta xwe bir Enqereyê ber wezareta dadê û çalakiya wê ket roja 100’emîn. Dayikên Aştiyê yên ji Stenbolê hatibûn, parlamenterên DEM Partiyê yê Rihayê Mîthat Sancar,parlamenterê Îdirê Yilmaz Hun, Kolektîfa Demokrasî ya Sosyalîst (SOLDER) û Rêxistina DEM Partî ya Enqereyê çûn serdana Emîne Şenyaşar.
Dayika Aştiyê Fînce Akman axivî û da zanîn ku Emîne Şenyaşar çend sale li kolanê nobetê digire û got deng bidin qêrîna wê. Fînce Akman da zanîn ku ev dayik maf, hiqûq û edeletê dixwaze.
Mîthat Sancar jî axivî û balkişand ser têkoşîna Emîne Şenşayar û got têkoşîna ku Emîne Şenyaşar dimeşîne têkoşîna edeletê ye û wê edelet teqez bê.
Li aliyê din jî Sevîn Çakir ku kurê wê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hatibû girtin, ji çalakiya Emîne Şenyaşar bi bandor bibû û li ber waretê çalakiya xwe dabû destpêkirin. Çalakiya wê di roja 23’an de berdewam kir.