Lawên Kurde: Hinek saziyê medyayê xwendekaran hedef digrin
Derûnnas Lawên Kurde Tofîq dibêje: “Tevî boykotê, bi sîstematîk ji bo ji holê rakirina qada perwerde û hîndekarî xebat tê meşandin. Mamosteyan neçarî boykotê dikin. Hinek saziyên medyayê bi hedefgirtina xwendekaran hewl didin xwendinê bê nirx bikin.”

HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Boykotkirin, helwestek rewa ya xwegihandina mafê hemwelatiyan e. Ev jî di demek wisa de derdikeve ku desthilat dest danîbe ser mafê hemwelatiyan. Hemwelatî ji bo girtina mafê xwe bi navê boykotê helwesta xwe nîşan dide. Boykot helwestek rewa û dûrî hemû cûre tundiyê ye. Li başûrê Kurdistanê zêdeyî 10 salan e mamoste û karmend, bi rêya boykotê daxwaza mafê xwe dikin. Encamên boykotê herî zêde bandor li derûnî û hîndekariya xwendekaran dike. Gelek xwendekar bi rêya boykotê nikarin zanista bi temamî ji perwerdê bigrin. Ji ber boykotê xwendekar rastî astegiyên xwendinê tên. Beşek ji xwendekaran rastî ne aramiya derûnî tên û ev jî bandorê li ser siberoja xwendekaran dike. Her wiha nedana mûçeyê mamosteyan ku bûye sedeman boykotê, wisa kiriye xwendekar ji xwendinê sar dike.
‘Boykot bandorê li xwendinê dike’
Derûnnas Lawên Kurde wiha behsa xirabiya derûniya xwendekaran kir: “Ev nêzî 11 salan e rewşa aborî û perwerdeya herêma Kurdistanê têk çûye û ev jî bûye sedema boykota mamoste û karmendan. Ev rewş jî bandorê li ser derûniya zarokan dike. Ev rewşa ne aram ku di qada perwerdê de heye, derûniya zarokan têk dibe. Ev jî dibe sedem ku xwendekar girîngî nedin xwendinê û beşek ji xwendekaran zagonên xwendinê bicih naynin. Her wiha ji ber boykotê tenê çend mehan xwedin didome û xwendekar ji xwendinê sar dibin. Ev yek jî ji aliyê desthilatê ve bi zanabûn tê kirin, ji ber ku derûniya xwendekaran têk bibin û girîngiya xwendinê nemîne. Her wiha hinek ragihand jî xwendekaran dikin hedef û nûçeyên wisan didin ku, xwendekar dibistanê wek girtîgehê bibînin û azadiya xwe di lîstok û amûrên elektronîk de bibînin. Ev rewşa ku bi boykotê hatî, sedema sereke yê lewazbûna qada perwerdê ye û bi zanabûn ji aliyê desthilatê ve hatiye çêkirin.”
‘Beşek ji ragihandinan derûniya xwendekaran têk dibe’
Lawên Kurde da zanîn ku xwendekarên qonaxa seretayî zêdetir rastî astengiyê derûnî tên û wiha got: “Zarok hê di destpêkê de ji ber tiştên ku dibînin û ceribandinên heyî, dibistanê wek qefesek girtî û girtîgehê dibînin. Ev rewş di zarokan de daxwaza tevgerek serbixwe zêde dike. Dema destpêka xwendina zarokan de xeletî çêdibin normal e, lê belê malbat dîmenên xelet ên zarokên xwe di medyaya dijîtal de parve dikin, ev jî dibe sedema nirxandinên xelet û ev jî derûnî û baweriya zarokan lawaz dike. Beşek ji dayîk û bavan rola neyînî girtine. Mînak malbat dîmenê zarokên xwe yên digrin parve dike û ev jî wisan dike ku heval û civak bi awayek din nêzî zarokên wan bibin, ev jî dibe sedem ku zarok ji dibistanê hez neke. Medyaya dijîtal, dîmenan arşîv dike û wisa dike li gel mezinbûnê jî bandorê li ser civak û derûniya kes dihêle.”
‘Bi rêya çalakiyan derûniya zarokan berbi başbûnê ve diçe’
Lawên Kurde di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji gelek zarokan gotinên wek; ‘Çima xwendinê temam bikim, li vî welatî pêşerok xweş ne li pêşiya me ye û em naghîjin aramcên xwe’ tê bihîstin, van peyvan ji civakê û malbatê digrin. Ji ber wê divê ev rewşa li herêmê diqewime negihê zarokan. Zarok xwedî derûniyek paqij in û gelek zû dikare ev rewş di derûniya wan de bicih bibe. Her wiha divê ew rewşa di derûniya zarokan de çêbûne, derbas bikin û ji wan re şîrove bikin ku xwendin ne girtîgeh e, cihê perwerde û hîndekariyê ye û bi wan bidin hîskirin. Ji ber wê divê dayîk û bav, dema zarokên wan diçin dibistinê, di ferqa rewşa wan a hestiyar de bin. Ger qada boykotê û nediyariya perwerdê bidome, wê ev rewş derûniya zarokan xirabtir bike û wan ji dibistanê dûr bixe. Ev jî rê li ber sarbûna ji xwendinê vedike. Lê belê rewş dikare were başkirin. Ji bo bihêzkirina zarokên xwe, dikarin bi rêya girtana çend dîmenan ku naveroka wan perwerde û fêrbûn be bi kar bînin. Ev kurtefîlm wisa dike ku nêrînek erênî ya zarokan li beramberî dibistan û xwendinê çêbibe. Bi vî awayî hem pêvajoya perwerdê wê ji bo wan xweş were, hem jî wê derûniya zarokan were parastin.”