Kurdî di Wîkîferhengê de bû 8'emîn zimanê herî dewlemend ê cîhanê

Li gorî daneyên Wîkîferhengê (Wiktionary) a beşa ferhengê ya Wikipedia Îngilîzî, zimanê Kurdî bi 918 hezar û 123 peyvan di nava 168 zimanan de di rêza 8'emîn a cîhanê de cih digre.

Navenda Nûçeyan – Kesên ku bi Kurdî diaxivin dikarin peyvan li malpera ku xizmeta bê pere didin, zêde bikin. Lê belê peyvên ku li malperê tên zêdekirin piştî ji hêla 7 çavdêran ve tên vekolandin li ser rûpela fermî ya malperê tên parvekirin.

Di rêza 8'emîn de cih digre

 Piştî zimanên Îngilîzî, Fransî, Malagasî, Çînî, Rûsî, Yûnanî û Almanî, zimanê Kurdî di rêza 8'emîn de cih girt û her roj peyvên nû lê tên zêdekirin. Di Wîkîferhengê de 67 hezar û 624 peyvên Erebî, 104 hezar û 581 peyvên Farsî û 359 hezar û 195 peyvên Tirkî hene.

Bi lêzêdekirina tenê peyvên ji zaravayên Kurmancî û Soranî yên Kurdî di rêza 8'emîn de cih digre. Lê belê peyvên zaravayên Goranî, Kirmanckî (zazakî) û Lorî yên Kurdî cih nagirin.

Li gorî rûpela Wikipedia Îngilîzî, Kurdî tevî hemû zaravayên xwe, bi milyonek û 2 hezar peyv û biwêjan piştî zimanê Fînî û Koreyî di rêza sêyem a cîhanê de ye.