'Kurdan bi Netewa Demokratîk komplo pûç kirin'

Felek Yûsif diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêkanîna sîstema "Neteweya Demokratîk" hatiye pûçkirin.

NORŞÎN ABDÎ

Kobanê - Hevseroka Desteya Şaredariyan û Rêveberiyên Herêmî ya Herêma Firatê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Felek Yûsif komploya 9'ê Cotmehê ya beriya 25 salan li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat nirxand. Felek Yûsif diyar kir ku di şexsê Abdullah Ocalan de tevahiya gelê Kurd bûye hedefa komploya navneteweyî.

'Ji hilweşîna rejîman ditirsin'

Felek Yûsif amaje bi wê yekê kir ku komploya navdewletî xwediyê planek siyasî a paşe û got: “Beriya ku komplo were pêkanîn rewş bi hemû aliyên xwe ve hat lêkolînkirin. Welatên beşdarî komployê bûne, li ser esasê Rojhilata Navîn û erdnîgariya Kurdistanê ku bûye çar parçe, xwedî plan û armancên stratejîk bûn. Tevî ku sedsalek derbas bû jî hewl dan ku planên Peymana Lozanê bidomînin. Hêzên kolonyalîst ji fikir û felsefeya Rêber Ocalan ditirsin. “Hêzên dagirker ji tirsa rûxandina rejîma xwe komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan pêk anîn.”

'Felsefeya wî jiyaneke demokratîk û bi rûmet dide'

Felek Yûsif diyar kir ku armanca yekemîn a welatên ku tevlî komployê bûne ew e ku fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava raya giştî de belav nebe û wiha pêde çû: “Felsefeya jiyanê ya Rêber Ocalan mirov li ku dibin bila bibin jiyaneke demokratîk û bi rûmet pêşkêşî hemû kesî dike. Mafê her kesî dide ku bi ziman û çanda xwe ya zikmakî bijî. Ew wekheviya rastîn di navbera zayendan de misoger dike. Bi girtina Rêber Ocalan xwestin rê li ber vê bigirin.”

'Tevî tecrîdê jî dikaribû fikrên xwe ragihîne'

Felek Yûsif bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd a li dijî komployê û wiha gotinê xwe berdevam kir: “Hemû cîhan şahid e ku; Rêber Ocalan tevî tecrîda girankirî jî fikrên xwe anî ziman. Gelê Kurd ku ji bo pêkanîna sîstema Rêveberiya Xweser û Netewa Demokratîk xebat kir, hemû planên komployê pûç kirin. Welatên ku li dijî gelê Kurd û rêber Ocalan komplo pêk anîn, amadekariyên nû dikin. Bi nûkirina Peymana Lozanê re Sûriye li hemberî destwerdana welatên derve di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibe."

‘Civaka navneteweyî li hember kompo bêdeng in’

Felek Yûsif bal kişand ser wê yekê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîrok û çanda xwe bi hemû cîhanê bi taybet gelê Kurd daye nasîn û wiha gotinê xwe bi dawî kir: “Bi vî awayî gelê Kurd piraniya planên hatibûn amadekirin pûç kirin û karîbûn bi pergala  neteweya demokratîk pêkanînan biguherînin. Rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan bêdeng in."