Kujerê ku hevjîna xwe kuştibû hat girtin
Hêzên ewlehiyê li parêzgeha El-Mehra ku dikeve rojhilatê Yemenê tawanbarê bi navê Adil Elî Ehmed El-Sermah ê 50 salî ku hevjîna xwe Esîlah Mihemed Ehmed Yehî ya 27 salî li otêlek li parêzgeha Taiz kuştibû, girtin.
NÛR SIRÎB
Yemen – Rêveberê Beşa Têkiliyên Giştî ya Parêzgeha Taiz Osama El-Şerebî, bi daxuyaniyek ji bo ajansa me re, wiha got: "Di 24'ê Nîsana borî de tawanbarê bi navê Adil Elî Ehmed El-Sermah ê 50 salî, hevjîna xwe Esîlah Mihemed Ehmed Yehî ya 27 salî kuşt û ji bajarekî reviya bajarekî din. Ev yek hat keşfkirin dema ku xebatkarekî otêlê demek dirêj li deriyê odeya wan ya otêlê xist da ku ji wan re bibêje divê hesebê odeya xwe bidin. Piştî ku tu kesê derî venekir, rêveberiya otêlê gazî tîmên lêpirsîna tawanbar kir da ku odeyê vekin, dema ketin hundurê odeyê de jineke kuştî dîtin."
Osman El-Şerebî wiha lê zêde kir: "Hêzên ewlehiyê li parêzgeha El-Mehra ku dikeve rojhilatê Yemenê, tawanbar Adil Elî Ehmed El-Sermah di otêlekê de girtin."