Kujerê Gulîstanê hat girtin

Kujerê Gulîstan Şaylemez a hîna cenazê wê di morgê de ne hat girtin.

Amed - Gulîstan Şaylemez, duh di saetên êvarê de dema ku li hemberî Edliyeya bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê dimeşiya ji aliyê birayê xwe Abdullah Şaylemez ve hat qetilkirin. Hat diyarkirin ku kujerê Gulîstanê Şaylemez Abdullah Şaylemez ji qeydên qamerayan hatiye tespîtkirin. Li navçeya Rezan bi çeka ku pê Gulîstan qetil kiriye ve hatiye binçavkirin. Li gorî agahiyan kujer di îfadeyên xwe yên di miduriyeta polisan de daye zanîn ku bi hinceta “namûsê” Gulîstanê qetil kiriye. 
 Kujer Abdullah Şaylemez ê piştî bûyerê hat binçavkirin sewqî edliyê hat kirin û ji aliyê dadgehê ve hat girtin.