Kujerê Deniz Poyraz hat girtin
Êrîşkarê êrîşî avahiya HDP'ê ya Îzmîrê kir û xebatkara wan Denîz Poyraz qetil kirî Onur Gencer hat girtin.
Îzmîr - Onur Gencer ê ku bi çekê êrîşî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kir û Denîz Poyraz qetil kir, piştî karê wî li emniyetê qediya sewkî edliyê hat kirin. Kujerê ku sewkî edliyê hat kirin, li Dadgeriya Sulh Cezayê hat girtin.