'Krîzên herêmî û navneteweyî bandorê li ser çareseriya Sûriyeyê dikin’

Bi êrişên Îsraîlê re, rewş û krîza siyasî ya li Rojhilata Navîn kûrtir dibe. Jinên siyasetmedar diyar kirin ku pevçûn hewldanên ji bo çareseriyê qels dikin û xwestin hemû aliyên li Sûriyeyê di nava hevkariyê de bin.

ZEYNEB XILÊF

Dêrezor- Erdnîgariya Rojhilata Navîn ku bi salan e di nava krîz û pevçûnan de ye, ji aliyekî ve jî xuyaye ku dê pêşketinên nû lê çêbibin.

Tê texmînkirin ku êrişên Îsraîlê yên li dijî Xeza û Lubnanê, sîrayetî Sûriyeyê bikin û behsa xetera belavbûna êrişan tê kirin. Bi taybetî li Sûriyeyê ku ji ber şer û pevçûnên bi salan di rewşeke qels de ye, mirov bi fikar pêşketinên li herêmê dişopînin. Jinan li ser şer û pevçûnên ku zêde dibin, bingeha siyasî ya Sûriye û herêmê û xeterên heyî ji ajansa me re nirxandin.

‘Riya parastina ewlehî û îstîqrara welat tenê têkiliyên berfireh in’

Endama Partiya Sûriyeya Pêşerojê Mona Al-Hammad, bal kişand ser êrişên Îsraîlê, diyar kir ku êriş bûne sedema gelek krîzan. Mona Al-Hammad, bal kişand ku li herêmê sikûnet çênebûye û xwest ku beriya krîzên mezintir derbikevin, Îsraîl êrişên xwe bide rawestandin. Mona Al-Hamadî bal kişand ser nexşeriya herêmê ya serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netenyahu behs dike û got ku dixwazin pevçûnan li hemû erdnîgariyê belav bikin. Mona El-Hammad, diyar kir ku Lubnan, Iraq û Sûriye hatine hedefgirtin û da zanîn ku bi hedefgirtina Sûriyeyê re dê îhtîmala çareseriyan bi baş bixe.

Mona Al-Hammad wiha got: “Riya parastina ewlehî û îstîqrara welatê me tenê têkiliyên berfireh e. Ji ber vê yekê divê em destûr nedin kes pêşeroja Sûriyeyê diyar bike û biryaran bide. Hinek welat hewl didin di navbera hikumeta Şamê û gelên Sûriyeyê de pevçûnan derbixin. Li dijî vê yekê hevkarî girîng e.”

‘Divê yekitiya gelan çêbibe’

Mona Al-Hammad diyar kir ku yek ji sedemên tabloya xirab a Sûriyeyê, zêdebûna şer e û bal kişand ser êrişên dewleta Tirk. Mona El-Hammad behsa hebûna DAIŞ’ê ya li herêmê jî kir û wiha got: “Welatên ku hewl didin krîzên xwe yên navxweyî sîreyetî Sûriyeyê bikin hene. Mînak Tirkiye ji ber ku di nava krîza navxweyî û aborî de ye, bi hincetên operasyonên leşkerî û parastina ewlehiya herêmên sînor, êriş dike. Weke Partiya Sûriyeya Pêşerojê, em piştgiriyê didin pêvajoya siyasî ya xwe dispêre biryarên Neteweyên Yekbûyî. Weke bingeh ji bo yekitiya ax û gelên Sûriyeyê çêbibe, em bang dikin ku di hemû foruman de nûnertiya Sûriyeyê berfirehtir bibe."

‘Cudakarî li pêşiya gelek tiştan dibe astengî’

Endama Partiya Sûriyeya Pêşerojê Nada Al-Sakhr rewşa siyasî ya li Sûriyeyê bi aloz û bi nakok bi nav kir û diyar kir ku bi van pevçûnan bandorên mirovî û aborî li ser jiyana gelên Sûryeyê çêbûne. Nada AL-Sakhr bi gotinên; “Rewşa welat her diçe xirab dibe” wiha domand: “Sûriye rû bi rû yê kêşeyên mezin e ku aloziya heyî zêdetir dike û pêşketina ber bi aramî û aştiyê ve asteng dike. Yek ji xalên ku dibe sedema berdewamiya krîza li Sûriyeyê tunebûna yekitiya siyasî ye.” Nada Al-Sakhr tekez kir ku ev rewş pêşketina siyasî zehmet dike û rê li ber reform, lihevkirina neteweyî digre.

Nada Al-Shakr, diyar kir ku li Sûriyeyê her roja diçe çareseriya berfireh zortir dibe da zanîn ku vejînek nû pêvajoyeke zehmet e û wiha bi dawî kir: “Divê di navbera hemû aliyan de hevkarî çêbibe.” Nada Al-Sakhr, xwest hemû beşên civakî werin ba hev ji bo çareseriya aştiyane li hev bikin.