'Krîza xaniyan' a xwendekarên zanîngehê kûrtir dibe

Xwendekara zanîngehê Başak Dogan, diyar kir ku ji ber kirêya zêde û kêmahiya yurdan pirsgirêka xaniyan zêde bûye û got: “Dema em bertek nîşan didin jî li pêşberî xwe polîsan dibînin. Em hîs dikin ku dema em nefesê digrin jî zext li ser me heye.”

PELÎN OZKAPTAN

Navenda Nûçeyan - Krîza aborî ya li Tirkiyeyê zêde dibe bandorê li gelek kesan dike. Yên ku ji vê krîzê mexdûr dibin jî xwendekarên zanîngehê ne. Ji sala par û vir ve her ku diçe kirê zêde dibin û kêmasiya cihê mayînê yên Saziya Krediyê (KYK) jî roj bi roj pirsgirêka xaniyan kûrtir dike. Hinek xwendekar qeydên xwe yên zanîngehê didin sekinandin, hinek jî neçar dimînin zanîngehê terk bikin. Xwendekarên jin ji bo şert û mercên jiyanê yên mirovane têdikoşin.

‘Ez niha li xanî digerim lê ne gengaz e bi tena serê xwe bikaribim kirê bidim’

Xwendekara Zanîngeha Stenbolê Başak Dogan, li ser pirsgirêkên ku di vî warî de dijîn û zextên polîsan ên li zanîngehan, pirsgirêkên ku bi wan rû bi rû mane axivî. Başak Dogan, diyar kir ku îsal di Beşa Mîmariya Hundir de hatiye qebûlkirin û got ku ew bi malbata xwe re li Stenbolê dijî lê ji ber mesafeya dibistan û malê zehmetiyan dikşîne û wiha gotinên xwe berdewam kir:

“Dûrahiya di navbera mala me û dibistanê de zêde ye û dersên me pir zû dest pê dikin, ji ber vê yekê ez carna ji dersan pêş dimînim. Ez niha li xanî digerim lê ne gengaz e, ez bi tenê kirê bidim loma li hevalek digerim ku em bi hev re xanî kirê bikin. Em difikirin ku bi xwişka xwe re malê bigrin lê heqdestê me bi tevahî têra kirê nake. Ger em bi 3-4 kesan re xanî bigrin jî xwediyê xanî vê yekê qebûl nakin û dibêjin 'em kirêdarên qelebalix naxwazin.' Her çiqas em xaniyên li gorî butçeya xwe bibînin jî ew bi gelemperî ne li taxek bi ewle ne. Jixwe tirsa min heye ku dema li kolanê dimeşim tiştek were serê min. Ma ez vê yekê li malê jî hîs bikim.”

‘Şert û mercên me her diçe xerabtir dibin’

Başak Dogan, anî ziman ku kirêya xaniyan pirsgirêkeke mezin e û kêmasiyên yurdan jî pirsgirêkeke din e û got ku xwendekar di warê dabînkirina xwarinê de jî zehmetiyan dikşînin, hewcedariya wan a herî bingehîn e. Başak Dogan serpêhatiyên xwendekarên zanîngehê wiha got:

“Hinek hevalên me yên ku diçûn zanîngehên derveyî bajêr, li yurdên KYK'ê bi cih bûbûn, yên ku nikarin biçin yurdê, neçar man çûn yurdên taybet û biha jî pir zêde bûn. Malbatên wan li kirê dinêrin û dibînin ku gelek zehmet e pere ji zarokên xwe re bişînin. Zehmetiyên wan ên aborî yên pir mezin hene, heta xwarina ku dixwin jî bi sînor e. Hevalên me hene ku di tesîsên civakî de li xwarinên erzan an belaş digerin. Şert û mercên jiyanê yên li yurdên dewletê jî dijwar in. Di salên berê de, me dît ku mar di nava nivînan de yeke û kêzik ji nava xwarinê derdikevin. Em jî dizanin ku projeyên wan ên wekî werzîşxaneyan veguherînin yurdan jî hene. Niha jî heman tişt diqewimin, tiştek neguheriye û her diçe nebaş dibe, berevajî wê şert û mercên me her ku diçe xerabtir dibin. Tu çareserî ji ciwanan re nayê dîtin.”

‘Zêdebûna bihayê xwaringehê veguherî bazirganiyê’

Başak Dogan, anî ziman ku di demên dawî de li xwaringeha zanîngehan buhayê xwarinê zêde bûye û wiha got: "Em ji krîzê berpirsyar nîn in. Mehek berê heqî xwarinê 6,5 TL bû, piştre bû 10 TL û piştî wê bû 15 TL. Zêdebûna ji sedî 150, hêdî hêdî û bê hişyarî çêbû. Roja derbasbûyî li xwaringehê xwarin nemabû konserve dan. Konserve jî tenê masiyê ton e yanî însanek ne gengaz e bi wê têr bibê.Tabloyeke felaket heye. Xwarineke sar û bêqalîte ye. Li gorî zanîngeheke dewletê 15 TL pir e. Hinek kes dibêjin 15 TL erzan e bi vî pereyî tu dikarî li derve tiştekî bixwî? Erê em buhayê derve dizanin lê divê fatûreya qeyrana aborî li xwendekaran neyê birîn. Berpirsiyarên vê ne em in. Zanîngeha ku herî zêde budçe distîne Zanîngeha Stenbolê ye. dikarin vê xwarinê belaş ji xwendekaran re peyda bikin, ew bi domdarî bihayê her tiştî zêde dikin. Ev mijar êdî veguheriye bazirganiyê.”

‘Dema em nefesê distînin jî zextê li ser xwe hîs dikin’

Başak Dogan, anî ziman ku di têkoşîna ji bo mafên xwe yên herî bingehîn de di cih de polîsan li pêşberî xwe dibînin û got, "Çalakî neyê kirin jî em di bertekên herî biçûk de jî polîsan li pêşberî xwe dibînin. Mînak, em ê tenê wêneyên buhabûna xwaringehê bikşînin, polîsên sîvîl li hev kom dibin û bi saetan li benda me dimînin dû re me radiwestînin. Rêveberiya dibistanê li hundir destûr neda em wêne bikşînin. Ger li vir wisa nêz dibin,wê di çalakiyan de çi bikin bi rastî nizanim. Hema bibêje nefesa ku em dikşînin jî zext li ser me heye. Hê min nû dest dibistanê kiriye bi awayekî giran min zextê hîs kir. Ez hîs dikim ku tim têm temaşekirin û kontrolkirin.

'Dibe ku ez neçar bimînim dest ji dibistanê berdim'

Başak Dogan, anî ziman ku hem dixwîne hem jî dixebite, bi fikar e ku dev ji dibistanê berde û wiha berdewam kir: “Ez ji dersê derketim niha piştî bi te re biaxivim ez ê biçim kar. Jixwe dema min tune ye. Bêguman ez naxwazim dest ji dibistanê berdim lê dibe ku de neçar bimînim, ez hêvî dikim ku tiştek wiha nebe."

Başak Dogan, anî ziman ku ew li hemberî hewldanên ku fatûreya qeyrana aboriyê ji wan bigrin, bi bertek in û wiha got: "Tevî zextên wan jî em dest ji têkoşîna xwe bernadin, em ê li hemberî wan rawestin. Ji bo vekişandina buhabûna xwaringehê û der barê pirsgirêka bicihbûnê de em pirsgirêkên nebesiya yurdên KYK’ê dijîn. Ya rast ev pirsgirêkên wisa ne ku her kes dikare bifikire. Çareserî pir hêsan e û divê dewlet vê pêk bînê lê tu gav navêje.” 

‘Hêrsa mirov di ciyekî de diteqe’

Başak Dogan got ku bandorên aloziya aborî li ser xwendekar du cure ne û wiha got: “Krîza aborî û zext, di navbera xwendekaran de hem tekoşînê hem jî yekitiyê ava dikê. Di şîroveyeke herî biçûk a polîtîk de jî ditirsin bikevin girtîgehê. Lê aliyê din mirovên ji vê rewşê aciz bûne bi gotina ‘em hemû vê rewşê dijîn’ di tekoşînê de çalak dibin. Ev hêrs di cihekî de diteqe.”