‘Krîza aborî tundiya herî mezin a li dijî jinane’
Jinên Koye ku encamên krîza aborî ya heyî bi dijwarî dijîn, gotin ku “Divê guh bidin jinan da ku bizanin pirsgirêkên wan ên di nava malbatê û derve de çi ne.”
ŞIYA KOYE
Koye – Krîza aborî, bandorên xirab û domdar li ser jinan dihêle. Sedema zêdebûna tundiya dijî jinan e û her dema dahat kêm dibe û xerc zêde dibe, gefên aborî û derûnî li ser malbatê zêde dibe. Gelek caran ev hemû gef, li ser jinan e. Her wiha krîza aborî derfet û kar û barê jinan sînordar dike, ev jî dibe sedemê tundiyê. Bivî awayî krîza aborî ne tenê bar û êşa madî çêdike, rola wê ya girîng di zêdekirina tundiya dijî jinan û nehiştina mafê jinan de jî heye.
‘Jin nikarin pêwîstiyên zarokên xwe bicih bînin’
Rapirsa Navenda Jinên Koye Çîmen Refîq têkildarî krîza aborî û bandora wê ya li ser malbat û jinan ji ajansa me re axivî. Çîmen diyar kir ku bê guman paşketina mûçe bandorê li malbatan dike û ew mûçeya kêm ya ku malbat 2-3 mehan carek digrin, karesatên mezin bi xwere tîne. Çîmen li ser encamên vê krîzê yên li ser malbatan got ku “Rojane jin serdana me dikin û giliyê xirabbûna rewşa aborî dikin. Dibêjin zarokên me bê xerc diçin dibistanê. Ji ber pere nîne em bidinê û em nikarin cil û berg û pêwîstiyên wan bigrin.”
‘Krîza aborî tundiya herî mezin a li dijî jinan e’
Çîmen Refîq neçariya li hember vê rewşa xirab jî vegot. Çîmen ragihand ku ew jî nizanin çi bikin û sedema vê yekê bi van gotinan anî ziman: “Em jî wek wan in û em jî mûçe nagrin. Ger hebe jî hemû bi hevre digrin. Ji ber wê ez hêvîdar im ku hikûmeta herêmê ji gel agahdar be. Ji ber ku rewşa gel gelek xirab e. Ji ber wê ez dibêjim krîza aborî, tundiya herî mezin a li dijî jinan e. Bi giştî xelk xizane, eve hemû karesata li welat rû dide û xelk di rewşek xirab de dijîn. Ger ev rewş wisa bidome wê karesatên mezintir rû bidin. Gelek tişt hene ku em nikarin li vêderê behs bikin, ez diwê hêviyê deme mûçe di demê xwe de were û ew nakokiyên hene werin çareserkirin.”
‘Krîza aborî bandorê li hemû qadan dike’
Xwendekara peymangehê Aşna Mihemed wiha got: “Krîza aborî bandorê li me hemûyan dike, bi taybet zêdetir li jinan dike, ji ber pêwîstiya jinan zêdetir bi xerciyê ye û dema mûçe nebe jin nikarin pêwîstên zarokên xwe peyda bikin. Krîza aborî dibe sedemê têkçûna malbatan. Her dema ku jin daxwaza xerciyê dikin rastî tundî û pirsgirêkan tên û ev jî heta hevberdanê diçe, ev jî cûrek din ê tundiya beramberî jinane. Ger hikumet tayînan bike, kar bi destê hemû jinan bikeve, wê tundî û krîza aborî kêm dibe. Ger mûçeyê jinan hebe pêwîstî bi kesên din ê malbatê namîne.”
‘Jinên dixebitin ji ber jin in rastî tundiyê tên’
Xwendekara bi navê Hayde Şelk jî li ser encam û bandorên krîza aborî yên li ser jinan û xwendekaran rawestiya. Hayde Şelk da zanîn ku krîza aborî gelek ne xweş e, hemû qad girtiye û nikarin tiştek bikin. Hayde ragihand ku firoşkar jî dibêjin mişteriyên me tunene û bazar nîne û wiha pê de çû: “Ger rewş bi giştî wiha be, wê ji bo jinan çawa be? Ji bo jinan cihek guncaw tune ku li hemû cihan kar bikin. Ji ber ku gefa tundiyê li ser jinê ye. Her çiqas cûdahî nemaye jî, jin wek mêran dixebitin. Ji ber ku jin in, rastî tundiyê tên.”
Hayde Şelk di dawiya axaftina xwe de balkişand ser 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hember Tundiya li ser Jinan û wiha got: “Di hefteya têkoşîna li dijî tundiya ser jinan de, nabe rojek tenê ji bo têkoşîna dijî tundiya li ser jinên bê diyarkirin. Ji ber ku jin, rojane rastî tundiyê tên. Ji ber wê divê guh bidin jinan da bizanin pirsgirêkên wan ên di nava malbat û derve de çi ne.”