Starta civînên gel hate dayîn: Sala 2025’an wê bibe sala aştî û azadiyê

Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî anî ziman ku destekdayîna banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ berpirsyariya hemû beşên civakê ye û got: “Jinan li qadên 8’ê Adarê, xwedîderkatina ji bo bangê nîşan dan.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Destekên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de bi riya heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokratîk a Gelan (DEM Partî) bi raya giştî re hate parvekirin, didomin.

DEM Partî têkildarî metna ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de deriyê siyaseta demokratîk vekir, di çarçoveya ku ji bo bang bibe civakî, biryar da ku bi sernavê ‘Ji bo Civaka Aştî û Demokratîk Civînên Gel’ li Tirkiye û Kurdistanê di navbera rojên 9-15’ê Adarê de, herî kêm li 100 navendan civînên gel li dar bixin. Civînên gel ku di 9’ê Adarê de ji çapemeniyê re girtî dest pê kirin, li gelek navendan didomin.

8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku beriya civînên gel hat lidarxistin, bû roja ku jin xwedî li banga sedsalê derkevin. Jinên ku qadê tije kirin, daxwaza jiyana bi rûmet qêriyan, peyam dan ku wê di vê pêvajoyê de berpirsyariya xwe bicîh bînin. Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî têkildarî xebatên ku di xala avakirina aştiyê û civakîbûna bangê de tê meşandin. Bêrîvan bi gotina “Sala 2025’an wê ji bo jinan bibe sala aştî û azadiyê” diyar kir ku ji bo bang bikeve meriyetê, ewê têkoşînê bilind bikin. 

‘Bang berdewamiya têkoşînê ye’

Bêrîvan da zanîn ku weke 8’ê Adarê wê di Newrozê de jî gel bi kelecana vê bangê li qadan be. Bêrîvan destnîşan kir ku ji bo banga hatiye kirin hem gelê Kurd hem jî beşên ku demokrasiyê dixwazin têkoşînek mezin meşandine, anî ziman ku êrîşên sîstematîk û tevî pêla faşîzan gel dest ji têkoşînê bernedaye û banga hatiye kirin berdewamiya têkoşînê ye. Bêrîvan bi gotina: “Ev ne dawî ye, destpêkek e” ev dem bilêv kir û di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Aştiya ku em ji bo wê têdikoşin, di aliyê civakîbûnê de, em di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin. Hem ji bo em vê bangê belav bikin, hem jî ji bo destpêkirina xebatên me yên di xala aştiya civakê de me nexşeriyek diyar kir. Dema bang hat kirin, hemû beş ketin nava hewaya erênî.”

‘Ji bo civakîbûna aştiyê em bi gel re tên ba hev’

Bêrîvan Bahçecî bi gotina “Ji bo di vê pêvajoyê de tecrîd rabe û azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan, me gelek xebat meşandin”, ‘Meşa Azadiyê’ ku di sala 2024’an de 15 rojan dom kir û bi gel re kelecanek mezin ava kiribû bibîr xist. Bêrîvan anî ziman ku piştî bangê berpirsyariyek mezin dikeve ser milên hemû hêzên demokratîk û gel. Bêrîvan diyar kir ku di vê çarçoveyê de di nexşeriya ku danîne pêşiya xwe de bi hedefa ku bangê civakî bikin dixebitin û têkildarî civînên gel ev tişt gotin: “Dema em li van hemû kêliyên dîrokî dinhêrin, em dibînin ku di vê pêvajoyê de berpirsyariyek mezin dikeve ser milên hêzên demokratîk ên ku  ji bo li vî welatî şer bi dawî bibe têdikoşin. Me jî di vê xalê de li ser navê civakîkirina aştiyê, li bajarên cuda xebatan diyar kirine. Bi xebata 5 rojan me li nêzî 90 navendan dest bi xebatên ji bo civînên gel kir. Hemû kesên ku vê pêvajoyê meraq dikin, dixwazin bibin xwedî gotin an jî di serê wan de pirs hene, dikarin beşdarî van civînan bibin. Di van civînan de em ê daxwazên gel û tiştên ku tên meraqkirin û daxwazên wan ên derbarê pêvajoyê de, biaxivin. Banga dîrokî ya birêz Ocalan ku di vê xalê de kiriye, bangek ku hemû gel, ol û zimanan digre nava xwe ye. Di vê xalê de di cîvînan de ne tenê nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û saziyên ku di qadên civakî de xebatê dimeşînin jî cîh digrin.” 

‘Divê bersiva pêvajoyê bê dayîn’

Bêrîvan Bahçecî bal kişand ser girîngiya ku êdî dewlet vê pêvajoyê baş bixwîne û gavên pêwîst bavêje û wiha domand: “Ev gel derbarê aştiyê de bi salan e gavên erênî avêt û di vê pêvajoyê de rêxistinkirî nêzîk bû. Di vê xalê de divê dewlet bersivek erênî bide pêvajoyê. Divê dewlet vê pêvajoyê baş bixwîne. Di vê dema ku bingeha aştiyê hatiye avakirin de, divê dewlet fersenda dîrokî wenda neke. Gavê ku destpêkê bê avêtin, divê demildest azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan be. Di wateya civakî de di xala ku dengê xwe bighîne hemû beşan, divê dewlet tavilê bikeve nav liv û tevgerê. Divê hemû qenalên têkiliyan werin vekirin. Gava duyem jî ew e ku ji bo hemû girtiyên siyasî û nexweş şert û mercên zagonî werin avakirin û ew werin berdan.”  

‘Di pîrozbahiyên 8’ê Adarê de jin xwedî li bangê derketin’

Bêrîvan Bahçecî anî ziman ku di vê pêvajoya dîrokî de 8’ê Adarê li pey xwe hiştine û jin daxwazên xwe yên aştiyê bi awayekî aşkera qêriyane û peyama ku ji bo jinan hatiye şandin jî li qadê bi kelecan û hêviyek mezin hatiye pêşwazîkirin. Bêrîvan çavdêriyên xwe yên li qadê bi van gotinan anî ziman: “Sê nifşên ku hatin qadê ji 7 salî heta 70 salî daxwaza hemû beşan ‘bila xwîn nerije’ bû. Vê soza aştiyê bi awayê herî baş li qadên 8’ê Adarê nîşan dan. Di avakirina vê bingehê de roleke girîng a banga ku birêz Ocalan kiriye heye. Me 8’ê Adarek gelek bi wate û dîrokî derbas kir. Li gel banga sedsalê hesreta hemû kesan a ji bo aştiyê em li her derê dibînin.  Em jin dibêjin, ji bo daxwazên aştiyê jiyanî bibin û mezin bibin, berpirsyariyek mezin dikeve ser milên me. Dayîk êdî dixwazin aştiya ku bi salan e li bendê ne bikeve meriyetê. Divê aştî û azadî di nava civakê de zêdetir were axaftin. Jin di vê pêvajoyê de bi nasnameya xwe ya azad hatin qadê û xwe îfade kirin. Em ê bi coşa 8’ê Adarê ber bi cejna Newrozê ve biçin. Di vê Newrozê de jî dê ji bo me agirê aştî û azadiyê pêkeve.” 

‘Sala 2025’an wê bibe sala aştî û azadiyê’

Bêrîvan Bahçecî diyar kir ku dê sala 2025’an hem ji bo jinan, hem jî ji bo hemû gelan bibe sala aştî û azadiyê û wiha got: “Wê daxwazên jinan ên aştiyê bikevin meriyetê û sala 2025’an bibe sala aştî û azadiyê. Divê ji her demê zêdetir bi aştiyê ve werin girêdan. Tu şer heta dawî nedomiyaye, hemû şer bi aştiyê bi dawî bûne. Wê têkoşîna ku jinan li Kurdistanê daye, bi aştiyê bi encam bibe. Ji bo vê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”