‘Kralîçeya Rock Rollê’ Tîna Turner jiyana xwe ji dest da

Tîne Rurner a bi muzîka xwe dîrokê nivîsand, di bazara muzîkê ya zayendperest û netewperest de pêşiya gelek jinên hunermend ên reşik vekir.

Navenda Nûçeyan- Kralîlçeya Rock Rollê Tîne Turner ku di warê muzîkê de dîrok nivîsand, demek dirêj bû nexweş bû, piştî têkoşîna demên dirêj duh li malê jiyana xwe ji dest da. Tîne Turner a 83 salî, stranbêj, muzîsyen, reqas, lîstikvan û nivîskar bû.

Tîne Turner bi şîdeta mêr a li ser xwe re têkoşiya û vê yekê bi muzîka xwe nîşan da. Her wiha di bazara muzîkê ya zayendperest û netewperest de pêşiya gelek jinên reşik vekir. Tîne Turner, bi muzîka xwe ji bo gelek hunermendan bû îlham, bi têkoşîn û kesayeta xwe ya cesûr mohra xwe li serdemek da.

Tîne Turner, di 26’ê Mijdar 1939’an de li bajarê Nutbush ê eyaleta Tennes a DYA’yê hat dinyayê. Navê wê yê rastîn Annie Mae Bullocak e, dema ku 10 salî bû ji ber ku dê û bavê wê hev berdan, wê bi xwişka xwe re bi dayika bavê xwe re jiyana xwe domand. Dema 17 salî bû dayika bavê wê wefat kir, bi xwişka xwe re çû ba dayika xwe ya ku li St. Louis dimaniya. Tîna Turner li wê derê Lîseya Sumner xwend.

Di 17 saliya xwe de stranan got

Tîne Turner di 17 saliya xwe de li klubeke şevê ya St. Louisê stranan got û ji aliyê gîtarîst Ike Turner ve hat kefşkirin. Di sala 1956’an de piştî ku wekî vokalîsta li paş tevli koma Ike Turner bû, têkilî di navbera wan de çêbû, di sala 1962’yan de Tîna Turner û Ike Turner li Meksîkayê zewicîn.

Ji ber şîdetê zewaca xwe bi dawî kir

Tîne Turner ji ber şîdeta Ike Turner di sala 1976’an de dawî li zewaca xwe anî, got ku ew her dem ji hevjîne xwe şîdetê dibîne lê di 29’ê Adar 1978'an de dikaribû bi fermî wî berde. Tîna Turner, piştî hevberdanê got: “Ez ji hevjînê xwe yê berê ji paşnavê wî zêdetir tiştek naxwazim.” Di sala 1976’an de dema ku Tîna Turner, Ike Turner terikand di cêba wê de tenê 36 cent û karta mobîl a benzînê hebû.

Albumên wê bi milyonan hatin firotin bû stêrka cîhanê

Di sala 1983’yan de Tîne Turner, şirketa xwe ya plakê guherand bi Capîtolê re li hev kir. Albumên wê li cîhanê bi milyonan hatin firotin.

 Di konserên solo de bi hejmara herî zêde ya temaşevanan ket rekorê

Tîna Turner di salên 1980’ê, 1990 û 2000’an de bû stêrk. Gelek albumên wê derketin û îmze avêt bin gelek stranan. birçok albüm ve onlarca unutulmaz şarkıya imza attı. Li hemû cîhanê konseran da, di sala 1986’an de konsera ku li Rioyê da 186 hezar kes beşdar bûn û di konserên soloyê de ket rekora temaşevanên herî zêde girt.

Zarokatî û ciwaniya wê ya di mercên zehmet de bû fîlm

Tîne Turner her dem dizanî ziman ku wê zarokatî û ciwaniyê di mercên pir zehmet de derbas kiriye, bi biyografiya wê di sala 1993’yan de fîlm hat çêkirin. Navê strana wê ya ku li cîhanê deng veda ya bi navê “What’s Love Got to Do With It” li fîlm hat danîn. Di sala 1995’an de Tîna Turner, di fîlmê James Bond a bi navê “Golden Eye”de starna ku dihat heman wateyê got.

Lîstikvaniya wê ya sînemayê gelek hat ecibandin

Bi kariyera xwe ya muzîkê û lîstikvaniya sînemayê ya serkeftî re cihê xwe di qada hunerê de çêkir. Di sala 1975’an de cara yekem derket pêşberî kamerayê bi berhema bi navê Rock-Opera di fîlmê bi navê “Tommy” de bi rola “Acid Queen” hê wê demê bandorê li ser rexnegirên fîlm çêkir. Tîne Turner di sala 1985’an de bi Mel Gîbson re di fîlma bi navê “Mad Max” de rol girt.