Kovîd-19 li Ewropayê newekheviya zayendî kûr kiriye
Di rapora "Endeksa Wekheviya Zayendî" ya ku ji aliyê Enstîtuya Wekheviya Zayendî ya Ewropayê ve hat amadekirin de, hat diyarkirin ku şewba Kovîd-19 li wekheviya zayendî xistiye û bang li siyasetmedaran hat kirin ku aavên pêwîst biavêjin.
Navenda Nûçeyan - Enstîtuya Wekheviya Zayendî ya Ewropayê (EIGE) rapora Endeksa Wekheviya Zayendî ya ku îsal amade kiribû eşkere kir. Li gorî puanên ku di raporê de hatine kirin, di Endeksa Wekheviya Zayendî ya Yekitiya Ewropayê de ji 100'î 68 pûan wergirtiye. Bi gotineke din li gorî sala borî 0,6 puan zêdebûn pêk hatiye; lêbelê, zêdebûna hati bidestxistîn, ne pêşketin e, li gorî daneyên salên berî tê wateya paşveçunê.
Di qada tendûristiyê de herî zêde jin dixebitin
Daneyên endeksê ku îsal ji hêla EIGE’ê ve hatî amadekirin balê dikişîne ser bandorên koronavirus û girêdanên wê yên di navbera tenduristî û wekheviya zayendî de. Mînak di qada tendûristiyê de herî zêde jin dixebitin. Ji ber vê yekê, jin di xetereya girtina vîrusê de ne. Her wiha tekezî li ser wê yekê tê kirin ku di dema belavbûna vîrusê de, xebatkarên tenduristiyê ji ber karkirina zêde û dîtina mirina nexweş tengasiya derûnî dijîn.
“ Ji bo jinan karê lênêrîna bê pere zêde bû”
Di raporê de bal hat kişandin ku zilamên bi Kovîd-19 ketine li gorî jinan xetereya razandina nexweşxaneyê zêde ye, di raporê de hat destnîşankirin ku ev yek ji ber nexweşiyên dil û damar û şekir e ku di nav mêran de zêdetir in. Li gorî raporê, bi taybetî bal hate kişandin ku Yekîtiya Ewropa ji ber şewba Kovîd-19’ê lawaz bûye û di wekheviya zayendî de li paş maye. Di raporê de hat destnîşankirin ku li welatên ku herî zêde ji şewbê bandor bûne, rêjeya jidayikbûnê kêm bûye, tengasiya psîkolojîk, nezelaliya aborî û xebatên lênêrîna jinan ên bê pere zêde bûne.
Bang li siyasetmedaran hat kirin ku gavên pêwîst bavêjin
Di dawî ya raporê de ev tişt hatin gotin, "Ji ber ku pandemiya KOVID-19 ji bo tenduristiya giyanî û giştî ya hevwelatiyên Ewropî kêşeyek bêhempa derdixe holê, girîng e ku siyasetmedar fikarên wekheviya zayendî di tenduristî û tedbîrên din ên başbûnê de yek bikin ku encamên baştir ji bo hemîyan bi dest bixin," Rêvebira EIGE’ê Carlien Scheele bang li siyasetmedaran kir ku tedbîrên pêwîst bavêjin û got: "Vêdîtinên meya endeksê destnîşan dikin ku serokên Ewropî bi bandora cuda a serhildanê li ser jin û mêran re mijûl dibin dikarin vê bandora newekhev-kurt û dirêj sivik bikin."