Kovara Jineolojî bi dosyaya ‘Başûr’ derket

Hejmara 31’emîn a Kovara Jineolojî bi dosyaya mijara ‘Başûr’ derket. Kovar bi hejmara Rojhilat, Rojava, Bakur û herî dawî jî bi hejmara Başûr li ser dîrok, têkoşîn, çand û jiyana jinan a li çar parçeyên Kurdistanê disekine.

Navenda Nûçeyan- Hejmara 31’emîn a Kovara Jineolojî bi dosyaya mijara ‘Başûr’ derket. Berê jî dosyayên Rojhilat, Bakur, Rojava hatibûn amadekirin û weşandin, beşa herî dawî ya Kurdistanê dosyaya Başûr bi gotina; “Başûr hem ji hêla tiştên em dizanin ve hem jî ji hêla yên em nizanin ve di hundirê xwe de berxwedaneke mezin dihewîne. Mîrasa berxwedanê ya ji berê ve tê, her çendî ku ji bo têkbirinê rastî êrişên dijwar hatibe jî hê bi ruhê xwe yê diherike ruh dide û di nîşandana dîroka jinan de roleke sereke dilîze.” dest pê dike. 

Kovar bi nivîsa endama Akademiya Jineolojî û Lijneya weşanê ya Kovarê Nagîhan Akersel ku li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin, lêkolînên wên yên der barê civaknasiya jinan, dest pê dike. Nivîsên ku di kovarê de cih digrin ev in:

“*Şoreşa Başûr şoreşa jinê ye- Gelawej Şarbajêr

* Ji pênûsa Viyanê famkirina beşek ji dîrokê- Leyla Walî Huseyîn

* Sosyolojiya Civaka Kurd a li Başûrê Kurdistanê û Herêma Behdînan-Zozan Salih Al Yusufî

*Em ê Dîroka Xwe ya Winda Çawa Bibînin- Kelsum Husen

*Berxwedana Bîrê ya li Dijî Dayîna Jibîrkirinê: Enfal- Fatma Koçak

*Ji Margret Geoge Shello, Heta Roja me ya Îro Pêşmergeyên Jin-Rojbîn Ekîn

*Stratejiyên “Dij-Penaber” ên Rejîmên Otorîter, Mêtingerên Xwecih

 * Li Kurdistanê Hînbûyînên li Dijî Jinan-Kaziwa Salih

*Li Başûr Dagirkerî û Siya wê- Necîbe Qeredaxî

*Matkirina Şahên Şeran- Xanê Anuş

*Bi Dîtina Jinê Nêrîneke Panoramîk a li ser Başûrê Kurdistanê- Nurhaq Gulbahar

*Xweşewitandin: Qêrîn û Bertekeke li Dijî Bênirxkirina Jinan Mezin Dibe- Hêvîn Kemal Şah Mohammed

*Civakeke Kûr, Civakeke Dilsoza Perwerdeyê ye- Sînûr Rehman

*Zêdekirina Wêneyên Jinan a di Medyayê de-Şîrîn Tahir

*Serpêhatiya Gelekî Tevî Ambargoyê jî Nehatiye Girtin: Mexmûr- Berwar Avent

*Ji bo Yekitiya Neteweyî têkoşîna jina azad- Nîlufer Koç

*Li Başûrê Kurdistanê dilistaneke felsefeyê-Nagîhan Akarsel”