Kovara Jinê: Rêgezên damezrîner ên aştî û hiqûqa azadiyê

Hejmara 176’an a Kovara Jinê bi berga ‘Rêgezên Damezrîner ên Aştî û Hiqûqa Azadiyê’ derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan – Hejmara 176’an a Kovara Jinê ku her hefte roja Yekşemê tê weşandin, vê hefteyê bi berga ‘‘Rêgezên Damezrîner ên Aştî û Hiqûqa Azadiyê’ derket pêşberî xwendevanên xwe. 

Kovar li ser bingehên yasayî, civakî û dîrokî yên aştiyê disekine, di heman demê de mijarên wek rola yasayê di avakirina civakek demokratîk de, nîqaşa li ser naskirina yasayî û mafên kolektîf di pirsgirêka Kurd de, pozîsyona damezrîner a jinan di pêvajoyên aştî û destûrî de, û hevrûbûna bi rabirdû û bîra kolektîf re digre dest.

Hemû sernavên di hejmara dawî ya Kovarê de evin:

“Qanûna Aştiyê: Qanûn di Avakirina Civakek Demokratîk de çi dibêje? / Atiye Arikan

* Hevkêşeyeke Nû û Bingehîn; Diyardeya Kurd a Yasayî / Suzan Akipa

* Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de Qanûna Çarçove ya Jinan û Daxwazên Destûrî  / Sevda Çelik Ozbingol

* Qêrîna Bêdeng a Çiya: Ji nûve Bîranîna Zarîfe Xanim/ Çîdem Goksoy

* Ji Hypatia heta Nagîhan Akarsel: Şerekî Hezar Salî li Dijî Rastiya Jinan / Gulîzar Îpek”