Kovara Jin bi manşeta 'Zayendperestî, Olperestî û Netewperestî' derket

Hejmara 87'an a Kovara Jinê bi manşeta 'Zayendperestî, Olperestî û Netewperestî' derket.

Navenda Nûçeyan – Kovara Jinê di hejmara xwe ya 87'an de bal kişand ser tundî û zordariya li ser jinê di sêgoşeya olperestî-neteweperestî-zayendperestî de. 

Aylîn Karakaş di nivîsa xwe ya bi sernavê "Ji asîman sê sêv ketin" de balê dikişîne ser nefret û dijminatiya li hemberî, jinê. 

Ebru Gunay di nivîsa xwe ya bi sernavê "Neteweperestiya bi krîza mêraniyê re li gel hev" de, tevî nêzîkatiyên neteweperest û nîjadperest, balê dikişîne ser serhildan û berxwedana jinan a li tevahiya cîhanê.

Hulya Osmanağaoglu di gotara xwe ya bi sernavê "Kolonyalîzm, 'Jin, Jiyan, Azadî' û têkoşîna femînîst" de balê dikişîne ser têkoşîna femînîst

Sakîne Esen Yilmaz di nivîsa xwe ya bi sernavê "Îdeolojiyeke derewîn: Neteweperestî, nîjadperestî, zayendperestî" de balê dikişîne ser wê yekê ku nirxên wekî welat û netewe ji bo veşartina meylên çetetiyê tên bikaranîn û destnîşan dike ku neteweperestî bi rastî îdeolojiyek derew e. 

Meryem Agar di nivîsa xwe ya bi sernavê "Zewaca jinan: Çi pîroz e", de balê dikişîne ser têkoşîna jinan û encamên wê. 

"Hemû sernavên di hejmara nû de wiha ne:

* Ji asîman sê sêv ketin –Alîn Karakaş

*Netewperestiya li gel krîza mêraniyê - Ebru Gunay

*Dagirkerî, 'Jin jiyan azadî' û têkoşîa feminîst – Hulya Osmanoglu

*Îdeolojiyek derew: Netwperestî, nijadperestî, zayendperestî – Sakine Esen Yilmaz

*Zewaca jinan: Tişta pîroz çi ye? – Meryem Agar”